Biryara beraeta endamên HDP'ê hat betalkirin
Biryara beraatkirina siyasetmedarên HDP'ê yên ku bi îdiaya "propagandaya rêxistina terorê" dihat darizandin li ser îtîrazê hat betalkirin.
Biryara beraatkirina siyasetmedarên HDP'ê yên ku bi îdiaya "propagandaya rêxistina terorê" dihat darizandin li ser îtîrazê hat betalkirin.
Rûniştina biryara dawî ya doza derbarê 7 kesan de ku di nav wan de Hevseroka Bajêr a berê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Bursayê Aynûr Yilmaz û Rojnamevan Emrah Çaçan bi îdîaya “propagandaya rêxistina terorê” hatibû vekirin, di 19’ê Çileya 2021’an de li 8’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Bûrsayê hatibû dîtin.
Di doza ku bi hinceta parvekirinên medyaya dijîtal hat vekirin de, ji bo endamên HDP'ê Davut Toktaş 3 sal û 2 meh û ji bo Resûl Baykara jî 3 sal û 6 meh bi îdiaya "propagandaya rêxistina terorê" ceza hat dayîn. Darizandina hikum hate taloqkirin. Ji vê dozê Yilmaz û Çaçan jî di nav de 5 kes beraet kiribûn.
Dozger îtîrazê li biryara beraetê kir. Dadgeha Edliyeya Herêmî ya Bursayê jî biryara beraetê bi îdiaya "wêne yan jî nîşaneyên aîdî rêxistinê hilgirtine, dirûşme berz kirine, kincên bi unîforma yên bi nîşanan an jî wêneyên girêdayî rêxistinê li xwe kiriye" betal kir. Piştî ku biryar li înstinafê bê betalkirin 5 nav wê careke din derkevin pêşberî dadgeriyê. Rûniştina destpêkê di 14 'ê Hezîranê de ye.