Parlamentera Qersê Mulkiya Bîrtane, destnîşan kir ku Cem Aygunê k udi 30’ê tabaxê de guleya polîsan hate kuştin, hatiye îfazkirin û ji Wezîrê Navxweyî yê Tirk Îdrîs Naîm Şahîn çima polîs serbest hatine berdan pirsî. Her wiha Bîrtane da zanîk u hejmara kesên sivîl yên bi çekan jiyana xwe ji dest dane çend e.
Bîrtane diyar kir k udi 30’ê tebaxê li Keçîoren a Enqreyê din avbera 3 ciwanan de pevçûn derketiye û polîs jî tevli bûyerê bûye. Bîrtane anî zman ku ciwanê bi navê Cem Aygun yê 24 salî bi çekê hatiye kuştin. Bîrtane wiha got: “Kesên şahidê bûyerê diyar dikin ku piştî polîs hatine cihê bûyerê Cem Aygun ji wesayîtê derktiye û reviyaye. Piştî reviyaye polîsan gule berdaye û Cem Aygun bi guleyê jiyana xwe jid est dide. Du gule li pişta Aygun dikeve û li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dide. Polîsên ku bûn sedema mirina piştî lêpirsîna yekemîn serbest hatin berdan.”
GULEYA ÎNFAZÊ
Bîrtane di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Di hin nûçeyan de tê gotin ku der barê Cem Aygun de biryara girtinê heye. Tê îdiakirin lêgerîna wî hebûye. Lê malbatê ev red kir. li gorî vê Cem Agyun, Cem Aygun li gorî 3’emîn pakêta darazê de serbest hatiye berdan û her êvar li Qerekolê îmze dida. Malbat destnîşan dike ku ev înfazeke eşkeraye. Li ser Cem Aygun çek tunebû. “
BÊHIQÛQIYEKE CIDÎ HEYE
Bîrtane da zanîn ku hema hema her roj bûyerên bi vî rengî tên diqewmin û wiha pê de çû: “Rayedar hewce nabînin ku daxuyaniyek bidin. Polîs her roj li kolanan terorê dimeşîne. Xwînê dirijîne. Înfaz dike. li hemberî îtîrazekî jî tehamul nakin. Divê ev pirsgirêk demildest bikeve rojevê. Polîs vê rayeyê ji kê digirin divê li ser bê rawestandin. Ji ber polîsan sînor bezandiye. Li holê bêhiquqiyeke mezin heye.”
Bîrtane ev pirs ji wezîrê Karê Hundir Îdrîs Naîm Şahîn pirsî:
*Lêpirsîna der barê bûyerê de di kÎjan astê de ye? Cem Aygun çawa hatiye kuştin? Gelo Cem Aygun bireviya dê kîjan sû bikira? Mudaxaleya polîsan ji bo parastina kê ye? mudaxaleya wan çawa pêk hatiye
*Di encama lêpirsînê de her polîs çend caran gule barandiye? Çend guleyan îsabetê Aygun kiriye? Piştî guleya yekemîn çima gulebarandin berdewam kiriye?
*polîsên navborî, niha peywira xwe li heman cihê didomînin? Lêpirsîna îdarî dest pêkiriye? Encama wê çiye?
*Di pêngava yekemîn de çawa ev polîs serbest hatine berdan? Ji bilî polîsan şahid jî li dadgehê hatine guhdarî kirin an na?
*Li gorî îfadeya polîsan serbestberdan di warê hiqûqî de têr dike?
*Ger ku niyeteke polîsan a lêdanê tune bû çima cara duyemîn gule barandine? Çima gule berdane Aygun?
*Piştî bûyerê hema agahî nedane malbatê. Ev rewş ji bo lêpirsînê delîlan reş nake?
* Ji roja ku we dest bi peywirê kiriye heta niha di encama êrîşa çekdarî de çend kesê sivîl jiyana xwe ji dest daye?