Buroya Huqûqê ya Asrinê daxuyaniya Wezîrê Dadê yê Tirk a ku got “Ocalan bi malbata xwe re hevdîtin pêk tîne” derewand. Ji parêzerên Ocalan Rêzan Sarica daxuyaniya Wezîr ne rast e û got; “Ger keştî xerabe be, malbat çawa diçe hevdîtinê?” Her wiha aşkere bû ku birayê Ocalan, Mehmet Ocalan di nava 14 mehan de du caran hevdîtin pêk aniye.
Wezîrê Dadê yê Tirk Sadûllah Ergîn beşdarî kanala NTV da û bersiv da pirsên nunera Enqereyê Nîlgun Balkaç. Ergîn îdîa kir ku Ocalan bi xwe naxwaze hevdîtin pêk bê û diyar kir ku carna hevdîtinê bi malbata xwe re pêk tîne, lê bi parêzerên xwe re pêk nayne.
MEHMET OCALAN: NE CARNA, MIN TENÊ DU CARAN HEVDÎTIN PÊK ANÎ
Ji parêzerên Buroya Huqûqê ya Asrinê Rêzan Sarica diyar kir ku daxuyaniya “Malbata Ocalan carna hevdîtin pêk tîne ne rast e”. Sarica destnîşan kir ku bi van daxuyaniyan henekê xwe bi rayagiştî dikin û da zanîn ku wana derbarê mijarê de bi birayê Ocalan Mehmet Ocalan re hevdîtin pêk aniye.
Li gorî Sarica, Mehmet Ocalan di nava 14 mehan de tenê du caran hevdîtin bi Ocalan re pêk aniye, lê Mehmet Ocalan dîroka van hevdîtinan diyar nekir. Mehmet Ocalan di daxuyaniya da Buroyê de got; “Du car hevdîtin, nayê wateya carna hevdîtin pêk tê. Mafê malbatê jî û mafê parêzerên wî jî têne binpêkirin.”
Mehmet Ocalan ji DÎHA’yê re axivî û piştrast kir ku bi Ocalan re hevdîtin pêk aniye û got; “Di hefteyê de carek mafê me yê axaftinê heye. Lê qanûnên xwe bi xwe bin pê dikin. Di 15 mehan de min du caran hevdîtin bi kekê xwe re pêk aniye. Ger agahiyên cûda di destê Wezîrê de hebin bila aşkere bike. Hevdîtinên me hatine tomarkirin. Ger hebe bila aşkere bike.”
Sarica got; “Ocalan di tecrîdek dijwar de ye” û got ku têkiliya Ocalan bi derve re hatiye birîn. Sarica destnîşan kir ku hevdîtin bi hinceta “keştî xirabe ye” tê astengkirin û got; “Her tim ji parêzerên wî re dibêjin keştî xirabe ye, malbata wî çawa diçe wir? Di van daxuyaniyan de nakokî hene.”
Sarica da zanîn ku ew ji rewşa tenduristiya muwekîlê xwe bi guman in û got ku heta niha ev gumana wan berdewam dike, tu pêşketinek tune ye. Sarica di vê mijarê de rexne li Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê (CPT) kir.
CPT NEÇÛYE ÎMRALI
Sarica ragihand ku heyeta CPT ya ku di mehên borî de hatine Tirkiyeyê, tenê guhdarî daxuyaniyên Wezîrê Dadê kirine û vê yekê bes dîtine, paşê vegeriyane. Sarica diyar kir ku heyet neçûye Îmraliyê û destnîşan kir ku bi vê yekê dixwazin ji raya giştî ya cîhanê re bêjin “Ocalan naxwaze hevdîtin pêk bîne.” Sarica wiha rexne li CPT’yê kir, “Ev sazî çima heye? Çima lêkolînek nake?”
Sarica diyar kir “Ev 14 meh in em nikarin xwe bigihînin muwekîlê xwe. Li vir sucek tê kirin” û diyar kir ku piştî serlêdanên wan ên ji bo huqûqa navnexweyî encam negirtin, wana serî li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) dane û diyar kir xebatên li ser vê yekê berdewam dikin.
Sarica diyar kir ku di sererastkirinên huqûqî yên nû de, di çarçoveya huqûqa navxweyî de rêyek din vebûye û got ku ew dikarin piştî Dadgeha Bilind serî li Dadgeha Makeqanûnê bidin.