Binpêkirinên mafan ên li girtîgeha Tarsûsê
Şandeya TUAY-DER, OHD û ÎHD’ê, binêkirinên mafan ên li Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 3 a Tarsûsê eşkere kir.
Şandeya TUAY-DER, OHD û ÎHD’ê, binêkirinên mafan ên li Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 3 a Tarsûsê eşkere kir.
Şandeya ku ji Komeleya Piştevaniya Malbatên Girtî û Himxwaran a Çûkûrovayê (TUAY-DER), Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) a Mêrsînê û Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Mêrsînê pêk dihat, rapora ku têkildarî binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Hejmara 3 a Tîpa T a Tarsûsê amade kiribûn, bi raya giştî re parve kirin.
Di raporê de hat destnîşankirin ku şande beriya 2 rojan çûye girtîgehê û bi girtî Mûhammed Akyuz û Huseyîn Turmak re hevdîtin kirine.
Di raporê de hurguliyên hevdîtina ku hatiye kirin hatin ragihandin; hestiyê qorika çepê ya Akyuz parçe bûye, ji ber vê piyê Akyuz ê çepê ji sedîm 80 peywir nabîne. Di meşê de zehmetiyan dikişîne. Bêyî pişgiriya destê xwe nikare piyê xwe yê çepê rabike. Ji bo berê li Amedê tedawî dîtiye, ji ber ku sewqî Tarsûsê hatiye kirin ev tedawî di nîvî de maye. Ji bo ku bê berdewamkirin hatiye daxwazkirin ku sewqî Amedê ya jî girtîgeheke nêzî Amedê bê kirin. Girtiyên ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ketine greva birçîbûnê cezayê dîsiplînê tên birîn. Girtiyên bi navê Mehmet Alî Turk, Îsmaîl Çoban, Fatîh Baran, Îhsan Kiziltay, Velî Efendîoglû hatine sirgûnkirin.