Binketina 'bedelê' ya artêşa Tirk

Binketina 'bedelê' ya artêşa Tirk

Di vê dema ku rejîma AKP’ê li hembesrî gerîlayan artêşa taybet ya bi pereyan xistiye dewrê, projeya fînansman ya ‘bedelê’ bi têkçûyînê bi encam bû. Dihat hesabkirin ku 450 hezar kes ji qanûna leşkeriya bi bedel ya ku serî kesî 30 TL bû fêde bigirin. Lê hate hînbûnku 69 hezar û 73 kesî serî lê daye.

Rejîma AKP’ê hewl da ku modela leşkeriya bi pere ya ku DYA’yê li Iraqê pêk anîbû bi sedan cînayet kiribû, li Kudistanê pêk bîne, artêşa taybet ava kir. Dema ev proje xistin meriyetê, serlêdana qanûna leşkeriya bi bedel di 15’ê hezîranê de bi dawî bû.

Di çarçoveya qanûna ku li bendê bû 450 hezar kes serî lê bidin de serî kesî 30 hezar TL dihat xwestin. Wezîrê Parastina Netewî Îsmet Yilmaz di civîna Komîsyona Parastina Netewî de diyar kir ku ev hejmar di 69 hezar û 73’yî de maye.

Yilmaz gotku serlêdanên derveyî welat tê de nîne. Lê hate hînbûn ku serlêdanên derveyê welat jî gelek kêmin. Bi vî awayî projeya artêşa taybet a rejîma AKP’ê têk çû.