Bîlgen: Li dijî serweriya yekdestiyê helwesta me zelal e

Berdevkê HDP’ê Bîlgen got:, “Têkildarî destûra bingehîn em amadekariyên xwe dikin. Helwesta me ya li dijî yekdestiyê têra xwe zelal e.’’

Berdevkê HDP’ê Ayhan Bîlgen piştî cîvîna Desteya Rêveberiya Navendî daxuyanî da.

Ayhan Bîlgen di daxuyaniyê de diyar kir ku helwesta wan li dijî serdestiya yekdestiyê zelal e:

‘LI DIJÎ SERWERIYA YEKDESTIYÊ HELWESTA ME DIYAR E’

 “Amadekariyên me yê kampanyaya me ya têkildarî destûra bingehîn berdewam dikin. Li dijî serweriya yekdestiyê helwesta me têra xwe zelal e. Lê em dibînin ku ji bo ku pêşî li nîqaşan bigirin ketine wê meylê de ku dixwazin bibêjinm, ‘me kir û bû’ Weke di Rewşa Awarte de di nav hikûmetê de jî meylên cihê hene. Dîsa li ser mijara darvekirinê meylên cihê bi raya giştî re têne parvekirin. Ev jî nîşan didin ku pêdivî pê heye di nav raya giştî de were nîqaşkirin.’’

 ‘HEVGIRTIYA SAZÎYÎ HEWCE YE’

Bîlgen bi berdewamî diyar kir ku ji partiyên siyasî hin wekîl li girtîgehê bi Hevserok û wekîlên wan re hevdîtinan dikin û diyar kir ku ev girîng e lê ya ku hewceyî pê heye hevgirtina bi asta partiyî heye. Bîlgen diyar kir ku bi destûr Wezîrê Edelatê bi wekîlan re hevdîtin dibin û got, ev ne rewşeke fêhmbar e û got, partiyên din li dijî vê nehiqûqiyê çi qasî bikaribin dengê xwe derxînin, ew qasî wê li demokrasiyê xwedî derbikevin û ev ne tenê hevgirtina bi HDP’ê re ye.

BIRYARA PA’YÊ

Bîlgen têkildarî biryara Parlamentoya Ewropayê (PA) û bandora wê ya li ser Kurdan got:

‘’Biryara ku PA’yê standiye ji bo organa rêveber pêşniyarek e. Em rast nabînin ku berdêla şaşîtiyên ku rêveber dikin tevahiya civakê bide. Lê em gelek taloke dibînin ku têkiliyên Tirkiyê yên bi Yekîtiya Ewropa re ji hêla siyasî ve were vederkirin lê ji hêla aborî berdewam be. Lê biryarên têkildarî akademîsyen, wekîl, nûçegihan dikare bibe sedem ku dîsa li biryarê hûr bibin.’’