Bild: Elmanya li baregehek alternatîfa Încîrlîkê digere

Li gor nûçeya rojnameya Bildê, Elmanya ji bo balafirên keşfê yên Tornado ku li Baregeha Încîrlîkê bi cih kiriye, li welatekî li din li baregehekê digere.

Li gor îdîaya rojnameyê ku dispêre berdevkekî Wezareta Parastinê ya Elmanyayê, wê sibehê heyetek li paytexta Urdun Ammanê dest bi lêkolînan bike. Di nûçeyê de tê diyarkirin ku planek teqez a veguhestina balafirên Elman ji Încîrlîkê nîne, hat destnîşankirin ku lêkolîn bi armanca ku “eger pêwîst bibe ji bo avakirina alternatîfê” ye.

Di nûçeyê de tê gotin ku berdevkê Wezaretê dibêje hê nizanin ku tahliyekirina leşkerên Elman ên li Încîrlîkê pêwîst e an ne, hat îdîakirin ku Quweyt û Kibris jî di nav vebijêrkan de ne.

Meclîsa Federal a Elman, 10’ê Mijdarê biryar dabû ku wextê wezîfedariya yekîneyên li Încîrlîkê dirêj bike. Lê, ji ber rîskên ku wê Tirkiye agahiyan bi dest bixe û di operasyonan de li dijî şervanên Kurd bi kar bîne, gelek parlamenterên çepgir îtîraz kiribûn.