Di 10 rojên dawî de di operasyonên ku li herêmê li hemberî wekî siyasetmedar, xwendekar, jin û şaredaran tê kirin de heta niha 267 kes hatin binçavkirin, 101 kes jî hatin girtin.
Ji aliyekî nîqaşên der barê çareserkirina pirsgirêka kurd tê kirin ji aliyê din jî hejmara operasyonên wekî 'qirkirina siyasî' tê binavkirin zêde dibin. Di nava 10 rojên dawî de gelek operasyon hate kirin û bi sedan kes hatin binçavkirin.
Herî dawî li Wan û navçeyên wê de bi navê KCK'ê operasyon hate lidarxistin û tevî Şaredarê Wanê Bekîr Kaya jî heye gelek şaredar û siyasetmedar hatin binçavkirin. Digel girtina Şaredarê Wanê Bekîr Kaya, Hevserokê berê ya BDP'a Wanê û parêzerê Buroya Hiqûq a Asrin Prz. Cuneyt Canîş û Şaredarê berê ya Elbakê ku ji aliyê Wezîrê Karên Hundir ji kar hatibû girtin Îhsan Guler hejmara kesên di nava 10 rojan de hatibûn girtin gihişt 101'an.
Ji van 46 kes BDP'î ne. Ji pêla girtin û binçavkirinan tenê BDP'iyan ne, xwendekarên ku perwerdehiya bêpere, wekhev û bi zimanê zikmakî dixwazin, gelên li herêmên ku operasyonên leşkerî pêk tên, jinên ku li hemberî hewldanên qedexekirina kurtajê derdikevin û 'zarokên ku kevir diavêjin' jî para xwe digire.
DI NAVA 10 ROJAN DE 85 BDP'YÎ HATIN BINÇAVKIRIN 46 JÊ HATE GIRTIN
Nemaze ji destpêka meha pûşperê û pê ve li hemberî BDP'yiyan operasyon zêde bûn û di çarçoveya operasyonan de 84 şaredar, serokên bajar û navçeyan, xebatkarên navenda giştî, endamên meclîs û partiya BDP'ê hatin binçavkirin û derketin pêşberî dadger. Ji van 46 kes hatin girtin û şandin girtîgehê. Di operasyona Agiriyê de ji 26 kesan 16 kes hate girtin, li Mêrdîn û navçeyê wê ji 12 kesan 10 kes hate girtin. Her wiha li Sêrt, Bedlîs, Amed û Mêrsînê de jî bi tevahî 12 kes hatin binçavkirin û 4 kes hate girtin. Li Çewlîgê jî di nav de Serokê BDP'a Çewlîgê Halîs Yûrtsever heye 8 BDP'î hatin binçavkirin û 3 kes hatebû girtin. Li ser îtîraza dadgeha bilind 3 kesên hatibû girtin serbest hatin berdan. Li Amedê di hefteya ewil a meha Pûşberê de Endama Komîsyona Rêvebiriyên Herêmî ya BDP'ê Melîha Karagoz, li navçeya Mahsert a Mêrdînê rêvebirê BDP'a Adnan Erdem û li Erzeromê Serokê BDP'a Karaçoban a ji ber ku cezayê wî li Dadgeha Bilind hatiye erêkirin hatin girtin. Li Edeneyê xebatkarê Şaredariya Sîlopî Mesut Asan hate girtin. Li Hezexa Şirnexê jî 3 ciwan ji ber ku beşdarî Newrozê bûne hatin girtin. Di heman navçeyê de di encama serdegirtina malan de 3 hatin girtin. Herî dawî li Wanê ji 13 kesan Şaredarê Wanê Bekîr Kaya, Hevserokê berê ya BDP'a Wanê û parêzerê Buroya Hiqûq a Asrin Prz. Cuneyt Canîş û Şaredarê berê ya Elbakê ku ji aliyê Wezîrê Karên Hundir ji kar hatibû girtin Îhsan Guler ji aliyê dadgehê ve hatin girtin.
JI 102 XWENDEKARÊN KU HATIN BINÇAVKIRIN 47 XWENDEKAR HATIN GIRTIN
Di nava 10 rojan de li hemberî xwendekarên kurd û demokrat ên li zanîngehan jî operasyon hate lidarxistin û 102 xwendekar hatin binçavkirin. Di encama operasyonên ku li Enqere, Afyon, Îzmîr, Stenbol, Qers, Dîlok, Riha û gelek cihan hate lidarxistin de ji 102 xwendekarên ku hatibûn binçavkirin 47 xwendekar hatin girtin. Di operasyona ku navenda wê Enqereyê bû û li hemberî xwendekarên tibê hate lidarxistin de ji 46 xwendekarên zanîngehê 13 kes hatin girtin. Li Afyonê ji 12'an 8 xwendekar, li Stenbolê ji 12'an 6 xwendekar, li Îzmîrê 5 xwendekar, li Dêrsîm, Hatay, Dîlok, Riha û Mereşê di operasyona li hemberî xwendevanên Rojnameya Ozgur Gelecekê 15 xwendekar, bi tevahî 47 xwendekarên zanîngehê hatin girtin. Pêkhatina girtina xwendekaran di demên ezmûnên fînalan balkişand û ji ber van girtinan xwendekarên ku dê mezûn bibana, nikarin mezûn bibin. Ji aliyê din di nava 10 rojan de li hemberî xwendekarên kurd ên li zanîngehên Stenbol, Marmara û Firat a Elazîzê dixwînin êrîşên bi sator ên nîjadperest pêk hatin. Hin xwendekar di encama van êrîşan birîndar bûn.
DI ENCAMA OPERASYONÊN LEŞKERÎ 34 BINÇAVÎ 7 GIRTIN
Ji ber operasyonên ku bi germbûna hewayan zêdebûn gelek welatiyên ku li herêmên operasyon pêk tên dijîn him ji ber operasyonan zerar dîtin him jî hatin binçavkirin û girtin. Piştî teqîna li Miduriyeta Polîsan a Pinarbaşiya Qeyseriyê 5 welatî hatibû girtin. Piştî pêvçûna li çoltera Gimgim a Mûşê yek jê astengdar 2 welatî hatibû darbkirin û ji aliyê dadgehê ve hatibûn girtin. Li Dêrsîmê 9 welatiyên ku di pêvçûnê de heywanên wan telef bûn hatin binçavkirin. Li Bajêrgeha Colemêrgê leşkeran piştî pêvçûna qewimî 17 gundî girt bin çavan. 17 welatî piştre serbest hatin berdan. Li Şemzînanê jî qeçaxanekî hatibû binçavkirin.
JIN Û ZAROK JÎ RASTÎ ŞÎDETA DEWLETÊ HATIN: 47 BINÇAVÎ 1 GIRTIN
Di binçavkirin û girtinan de jin û zarok jî rastî şîdeta dewletê hatin. Li Mêrsînê di nav de mexdûrê Girtîgeha Pozantiyê B.Y. (17) jî heye 3 zarok hatin binçavkirin. Ji 3 zarokan B.Y carekî din hate girtin û şandin girtîgehê. Jinên ku li hemberî gotinên Serokwezîr Erdogaan ên derbarî kurtajê bertek nîşan dan û şermezarkirin jî hatin girtin. 44 jin rastî mudaxaleya polîsan bûn û hatin binçavkirin.