Bîlançoya erdhejê ya li Başûr-Iraqê: 7 kes mirin, 531 birîndar

Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê bîlançoya erdheja şevê din bi 7.3 pileyî pêk hat eşkere kir. Li gorî bîlançoyê li Başûrê Kurdistanê 7 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê Sîf Bedir bîlançoya erdheja şevê din rû da eşkere kir.

Di daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê de wiha tê gotin; "Ziyana erdhejê bi vî rengî bû: 321 kes li Herêma Kurdistanê, 170 kes li Parêzgeha Diyala û 44 kes jî li Kerkûkê ji ber tirs û birîndarbûnê rakirîne nexweşxaneyan."

Wezareta Tenduristiya Herêma Kurdistanê jî ragihand ku ji ber erdhejê 7 kesan jiyana xwe ji dest daye û 321 kes jî ji ber tirs û birîndarbûnê rakirine nexweşxaneyan.