Bîlançoya 3 rojan a Helebê: 80 mirî
Bîlançoya 3 rojan a Helebê: 80 mirî
Bîlançoya 3 rojan a Helebê: 80 mirî
Li Helebê di encama şerê 3 rojan ê di navbera hêzên rejîmê û opozîsyonê de zêdetirî 80 kesan jiyana xwe ji dest dan. Her wiha ziyanek mezin a madî pêk hat, gelek şêniyên taxan jî malên xwe terikandin.
Li bajarê Helebê yê Suriyê şerê di navbera hêzên rêjîma Baas û opozîsyonê de didomin. Li gorî agahiyan hêzên rejîmê taxên ku di bin destê çekdarên opozîsiyonê de ne topbaran dike. Çekdarên opozîsiyonê jî bajarokên Nibol û Zehraa, her wiha taxa Heleb El-Cedîdê ya Helebê topbaran dike.
Li gorî agahiyên ku çavkaniyên herêmê ragihandin îro jî taxên Bab El-Nêreb, Heyderiyê, Qatircî û Mesakên Henano yên Helebê ji aliyê balafirên rêjîma Baasê ve hatin bombebarankirin. Hate ragihandin ku di encama bombebaranê de welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dane, lê agahiyên zelal nehatin bidestxistin.
Devera Senayî ya Şêx Necar a bajarê Helebê jî ji aliyê balafirên rêjîma Baas ve hate bombebarankirin.Her wiha helîkopterên rêjîmê herêma El-Bab bi bombeyên bermîlan bombebaran kir. Hate gotin ku di encama bombebaranan de bi dehan welatî birîndar bûn û ziyana madî ya giran pêk hat.
Li herêma Henderat a rojhilatê bajarê Helebê jî ji ber bombebarankirina balafirên rêjîmê 10 welatiyên sivîl ku di nava wan de 4 zarok hene jiyana xwe ji dest dan. Li bajarokê Enedanê jî ji ber bombebarankirina balafirên rêjîmê gelek welatî birîndar bûn.
Hin çavkaniyên herêmî diyar kirin ku fermandarekî ji tugaya El-Tewhîd a hêzên opozisyonê li nêzî bajarokê Enedanê ji aliyê kesên nediyar ve hatiye kuştin.
Li derdora girtîgeha Muslimiyê ya Helebê jî di encama bombebarana balafirên rêjîmê de fermandarekî komeke çekdar ku girtîgeh dorpêç kirine hate kuştin.
Li aliyê din çekdarên opozîsiyonê jî wekî bersivekê, deverên rêjîmê topbaran kirin. Komên çekdar taxa Heleb El-Cedîdê (Heleba Nû) ya Helebê topbaran kirin. Hate gotin ku di encamê de topek li ser dibistana Harûn El-Reşîd ketiye û bi dehan zarokan jiyana xwe ji dest dane û hejmarekî jî birîndar bûne.
Çekdarên opozîsiyonê her wiha bajarokên Nibol û El-Zehraa yên li bakurê bajarê Helebê jî topbaran kirin, lê derbarê encaman de agahiyên zelal nehatin bidestxistin.
Hate gotin ku di 3 rojên dawî de, ji ber van topbaran û bombebaranan zêdetirî 80 welatiyên ku di nava wan de jin û zarok jî hene, jiyana xwe ji dest dane. Çavkaniyan ragihandin ku ji bin xirabeyên avahiyan de cenazeyên welatiyan têne derxistin.
Li aliyê din welatiyên li van taxan û bi taybet şêniyên taxa Heyderiyê ji ber rewşa ewlekariyê berê xwe didin taxên Kurdan.