Li Swêdê 27 rêxistinên girseyî yên demokratîk ku nava wan de y ênKurd, Tirk, Asurî-Suryanî, Êzîdî û Elewî jî hebûn xwestin ku sûcdarkirina terorîst ya li hemberî têkoşîna azadiya kurd bi dawî.
Piştî ku film û wêneyên yên gerîlayên PJAK’ê re govend girtibû yên Evîn Çetîn ku Yekemîn Ombudsmana Herêma Dalarna a Partiya Karkeran a Demokratîk ya Sosyale (SAP) di rojnameya Expressen de hate weşandin di çapemeniya burjuva de nivîsên nû nûçeyên bi sûcdarkiya PKK’yî û PJAK’yî ye hatibû weşandin.
Ne tenê kurdan hemû nivîskar û rewşenbîrên netewên din û yên Swêdê bertek nîşan da. Di rojname û çapemeniya civakî de serokê Giştî yê SAP’ê Stefan Lövfen Olof Palme, îfadeyên ku PKK û PJAK’ê sûcdar dikir bi kar anî û bi sûcdariya ku ji xeta xwe derketiye, li ser daxwazên DYA’yê dibe xwedî helwest sûcdar kir. Bi sedan Kurdistanî li ber avahiya navenda giştî ya SAP’ê ya Stockholmê hatin cem hev û piştgirî dabûn Evîn Çetîn û reşkirinên derbarê Tevgera Azadiya Kurd de protesto kiribûn.
TEVGERÊN RIZGARIYA NETEWÎ WEKÎ RÊXISTINA TERORÊ NAYÊ DEMGAKIRIN
Rêxistinên girseyî yên demokratîk daxuyaniyek hevpar dan û bertek nîşan dan gotin çapemeniya Swêdê geşedanên li Tirkiyeyê pêk tê bi perspektîfa Tirkiye û Îranê servîs dike.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Li Tikriyeyê 2428 xwendekar, 90 rojnameger û 38 şaredar girtî ne. Mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê yên kurdan tune. Zarokên kurd yên girtîgehan de rastî tecawîzê tên. Li Îranê jî heman tişt pêk tên. Mafê her gelekî yê ku xwe biparêze heye. Tevgerên Rizgariya Netewan divê wekî rêxistina terorê neyê binavkirin.”
27 rêxistinên girseya demokratîk ya ku di nav de Konseya Kurd a Swêdê, Komeleya Çand û Piştevaniyê ya Tirkiyeyiyên Swêdê, Enstîtuya Kurd a Stockholmê û Komeleya Jinan a Kurd a Amara jî di nav de ne bang kirin ku li dijî sûcdarkirinên terorîst xwedî helwest bin.
KOMPLO DÊ BÊ PROTESTOKIRIN
Konseya Kurd a Swêdê bi wesîleya salvegera komploya 9’ê cotmehê bang li kurdan kir ku bila tevli xwepêşendana li Stockholmê bibin. Di 9’ê cotmeha 1998’an de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan neçar mabû ku Suriyeyê terk bike.
Di 6’ê cotmehê roja şemiyê saet 13.00’an de li Qada Norra Bantorget ya Stockholmê dê çalakî dest pê bike.