Bijîşk îşkenceyê veşart

Bijîşk îşkenceyê veşart

Yek ji bijîşkên Nexweşxaneya Îlkyardim a Taksîma Stenbolê ji bo ciwanê ku polîsan li wî xistibû û xwîna mejiyê wî der bibû, rapora “bi pêşniyara pêkanîna qeşayê ya 4 rojan û polîklînîka KBB’yê ji nexweşxaneyê hatiye derxistin” amade kir.

Polîsan careke din ciwanê bi navê Mûrat Salci ji ber vê rapora bijîk birin qereqolê û heta sibê bi awayeke bê hiş di nezaretxaneyê de hiştin. Piştî ku şandin dozgeriyê, di raporê de hat gotin “jiyana wî di metirsiyê de ye”. Parêzerên ÎHD’ê dest bi hewlên hiqûqî kirin û dê li ba Odeya Nojdarên (tabîb) Stenbolê giliyê bijîk, polîs û dozgeriyê bikin.

TÎMA POLÎSAN A EWLEHIYÊ ÊRÎŞ KIR

Dema Mervan Kurt, Ahmet Unal û Mûrat Şalci di 7’ê hezîranê demjimêr di 01.00 de, li ser Şeqama Îstîklalê diçûn mala xwe, di rê de li rastî polîsên “tîma ewlehiyê” ya Midûriyeta Emniyata Beyoglû ya Stenbolê hat. Polîsan li vir li her sê ciwanan xistin û piştre ew birin Navenda Polîsan a Taksîmê. Li wir xwîna mejiyê Şalci der bû.

Piştre Şalci rakirin nexweşxaneyê. Yek ji bijîşkên Nexweşxaneya Îlkyardim a Taksîma Stenbolê ji bo ciwanê ku polîsan li wî xistibû û xwîna mejiyê wî der bibû, rapora “bi pêşniyara pêkanîna qeşayê ya 4 rojan û polîklînîka KBB’yê ji nexweşxaneyê hatiye derxistin” amade kir. Navê bijîşkê jî Ayşe Basa ye.

Polîsan careke din ciwanê bi navê Mûrat Salci ji ber vê rapora bijîk birin qereqolê û heta sibê bi awayeke bê hiş di nezaretxaneyê de hiştin.

Roja din, beriya bibin dozgeriyê birin nexweşxaneyê, li vir aşkere bû ku polîsan li Şalci xistine û rapora “Jiyana wî di metirsiyê de ye” amade kir. Şalci di 10’ê hezîranê de ji nexweşxaneyê derxistin. Lê heta niha êşa serê Şalci berdewam dike û mîda wî li hev dikeve.

Hevalê Şalci, Mervan Kurt jî behsa rakirina Şalci bo nexweşxaneyê kir û got; “Bawer im dê dîsa ji bo Mûrat rapora saxlemtiyê amade bikiriba. Min îtîraz kir. Piştî ku min got ji wan re got ‘ma hûn nabînin nikare xwe li ser lingan bigire” bijîşk ketin panîkê. Piştre Mûrat di nexweşxaneyê de ma.

PARÊZER DÊ GILIYÊ BIJÎŞKÊ BIKIN

Parêzerên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Gulîzar Tuncer û Fazil Ahmet Taner dest bi hewlên hiqûqî kirin û dê li ba Odeya Nojdarên (tabîb) Stenbolê giliyê bijîk, polîs û dozgeriyê bikin.