Ji bilî dayîna xwînê wezîfeyek din a Kizilayê (Hevya Sor a Tirkiyeyê) heye. Ew jî pêkanîna serbestberdan dîlan (esîr). Kizilayê vê peywira xwe tenê ji bo serbestberdana leşkerî Îsraîlî Şalîd bi cih anî. Lê Kizilayê heta niha ji bo leşker û polîsên di destê HPG’ê de tu hewlek nedaye. Rastiyek din a bi Kizilayê re têkildar heye ew jî ev e: Tirkiyeyê ji sala 1977’ê ve Peymana Cenevreyê îmze nake, lê ya ku Stenbolê ji bo protokolên pêvek ên Peymana Cenevreyê malovanî kir jî Kizilay bû.
Gerîlayên HPG’ê, di 18’ê gulanê de, 6 cerdevan girtin binçavan û paşê serbest berdan. Lê belê tevî Serokê AKP’ya Pasûrê, Veysel Çelîk, astsubay Abdulah Sopçeler, çawişê pispor Zihni Koç, berendamê qeymeqam Kenan Erenoglu û leşker Aykut Çelik, polîs Nadir Ozgen, û çawişê pisporê Kemal Ekîncî di destê HPG’ê de ne.
KCK û HPG’ê gelek caran şert û mercên serbestberdana dîlên di destê xwe de aşkere kir. Lê dewlet ji bo serbestberdana van dîlên di destê gerîlayan de tu tiştek nake û şandeya ji bo wan hatiye avakirin dibêje; “Operasyonên leşkerî rawestînin û şert û mercên serbestberdana wan dîlan amade bikin.” Lê hikûmet guh nade vê banga rêxistinên sivîl jî.
Yek ji saziyên ku divê ji bo serbestberdana dîla hewl bide Kizilay e. Kizilay ji sala 1868 û vir ve heye û navê xwe ji Komeleya Heyva Sor a Tirkan a di sala 1947 de girtiye. Li gorî rêziknameya wê, divê ji bo serbestberdana leşkerên dîl ên di destê wan de hewl bide.
JI BO LEŞKERÊ ÎSRAÎLÎ ŞAHID HEWL DA
Kizilayê, ji bo serbestberdana leşkerê Îsraîlî Şalid ê di destê Hemasê de bû hewl dabû. Bi Hemasê re têkilî danî û li Xezzeyê nunertiya wê pêk hat. Li beramberê Şalid ê k udi 25’ê pûşpera 2006 de dîl hatibû girtin, ji Îsraîlê hat xwestin ku 1000 (hezar) girtiyên Filistînî serbest berde. Şalid piştî 5 salan, di 18’ê cotmeha 2011 de serbest hat berdan û Îsraîlê jî 27 jê jin, 477 girtiyên Filistînî yên ku bi heta hetayê hatibûn mehkûmkirin, serbest berda.
YA XWEDÎ PROTOKOLA PÊVEK JÎ KIZILAY E
2 protokolên pêvek ên Peymana Cenevreyê ya ku hiqûqa şer a navneteweyî rêkûpêk dike, ji aliyê Tirkiyeyê ve nehatine îmzekirin. Ev protokolên bi navê “Parastina Mexdûrên Pevçûnên Çekdarî ya Navneteweyî” û “ Di Asta Navneteweyîd e Parastina Mexdûrên Pevçûnan”. Tişta balkêş ew e ku pêşnûmeya ji bo van her du protokolan jî li Stenbolê hat amadekirin.
Di civîna sala 1969’ê de pêk hat û Kizilayê jî malovaniya vê civînê kir.