BÎA: Di nava 72 rojnamegerên girtî de 51 Kurdin

BÎA: Di nava 72 rojnamegerên girtî de 51 Kurdin

Li gorî Rapora Îfadeya Azadiyan û Çavdêriya Medya ya BÝA'yê li Tirkiyeyê 72 rojnameger girtî ne û ji vana 51 Kurdin. 35 belavkarên girtî jî bi tevahî Kurdin. Di raporê de cih da kuştina rojnamegeran û diyar kirin ku, di kuştina Rojnameger Hrant Dink de gûmana kujer Yasin Hayal serbest bê berdan heye.

Rapora Îfadeya Azadiyan û Çavdêriya Medya ya BÝA'yê bi daxuyaniyekê hate aşkerekirin. BÎA'yê di raporê de cih da name û lêkolînên mehên Tîrmeh, Tebax û Îlonê diyar kir ku, li Tirkiyeyê 72 rojnameger û 35 belavkarên rojnameyan girtî ne. BÎA di raporê de anî ziman ku, rojnamegerên hatine girtin li gorî zagona TMK û TCK hatine girtin û bi îdîaya endamên rêxistinê ne" hatine girtin.

BÎA destnîşan kir ku, ji 72 rojnamegeran 51 rojnameger û 35 belavkar tev Kurdin. BÎA aşkera kir ku, rojnameger û belavkarên hatine girtin ji ber ku nûçe şopandine, ramanê xwe nivîsandine û rojname belav kirine hatine girtin.

BÎA da zanîn ku, di vê serdemê de 12 rojnameger di çarçoveya 3'emîn Pakêta darazê de bi tevahî 27 rojnameger serbest hatin berdan. BÎA di rapora xwe de daxuyakirin ku, hemû ji ber nivîsandinê hatine girtin û ev girtin li dijî mafên mirovan nirxand. BÎA di raporê de cih da kuştina rojnamegeran û diyar kirin ku, di kuştina Rojnameger Hrant Dink de gûmana kujer Yasin Hayal serbest bê berdan heye.