Bi ser mala nivîskara Ozgur Gundem Koçakî de jî girtin

Polîsan bi ser mala yek ji nivîskarên Ozgur Gundem Fîlîz Koçakî de jî girtin.

Piştî serdegitina avahiya Ozgur Gundem a ku biryara girtina wê hatiye dayîn û şûn de polîsan bi ser mala yek ji nivîskarên rojnamê Fîlîz Koçalî de girtin. Polîsên ku çûn mala Koçalî ya ku li Bakirkoyê, ketin hidirê malê û dest bi lêgerînê kirin.

Hat ragihandin ku Koçalî ne li malê bû.