Bi sedan kes çûn sersaxiya Bubo Taş ê ku li dijî tecrîdê xwe şewitandibû
Bi sedan kes çûn sersaxiya Bubo Taş ê ku li dijî tecrîdê xwe şewitandibû. Di serdanan de peyama berxwedana li dijî tecrîdê û mezinkirina tifaqê hate dayîn.
Bi sedan kes çûn sersaxiya Bubo Taş ê ku li dijî tecrîdê xwe şewitandibû. Di serdanan de peyama berxwedana li dijî tecrîdê û mezinkirina tifaqê hate dayîn.
Ji bo sersaxiyên Bubo Taş ê li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan roja borî bedena xwe da ber agir, bi girseyî serdan hate kirin. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay, rêveberên HDP û DBP’ê û gelek kes çûn serdana sersaxiyê .Girse li Sîteya Piçûk a Pîşesaziyê ya ku Bubo Taş lê jiyana xwe ji dest da li hev civiyan û ber bi Mala Sersaxiyê ya Ofîsa Taxa Stasyonê ve meşiyan. Girseya gel di meşê de bêyî navber dirûşmeyên "Şehîd namirin" berz kirin. Xizmên Bubo Taş jî li ber deriyê mala sersaxiyê gel silav kir. Piştî ku girse bi dirûşme û tilîliyan ketin mala sersaxiyê, ji bo bîranîna kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane deqîqeyek rêz hate girtin.
'LI DIJÎ TECRÎDÊ EM TIFAQA XWE XURT BIKIN'
Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz li vir axivî û da zanîn ku, bi çalakiya Babo Taş re rewşa îro radixe ber çavan û got, “Ev yek nîşan da ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser me hemûyan tê meşandin. Tirkiye û 4 parçeyên Kurdistanê di şexsê rêzdar Abdullah Ocalan de di bin tecrîdeke giran, zextên giran ên siyasî û di bin polîtîkaya şer de ne. Ev çalakiya Bubo Taş ji bo şikandina tecrîdê rêyeke girîng nîşanî me dide. Helwesta Bubo Taş îsyana li dijî tecrîdê ye. Divê em vê serhildanê jî bibînin. Werin em yekîtî û tifaqa xwe wek ku Bubo dixwaze xurtir bikin. Em ê bi yekîtî û tifaqa xwe rêxistina xwe hîn berfirehtir bikin. Rêzdar Abdullah Ocalan wê tecrîdê bişkîne, piştî ku ev tecrîd bê şikandin wê hemû Kurdistan azad bibe. Heta ku ev yek pêk were em ê têbikoşin."
'HER KES NAVNÎŞANA ÇARESERIYÊ DIZANE'
Berdan Ozturk ku piştre mafê axaftinê girt, diyar kir ku gelê Kurd ji 7 salî heta 70 salî dizanibû navnîşana çareseriyê li ku ye û wiha got: “Çareserî rêzdar Ocalan e. Îro şehadeta hevrê Bubo ji tevahî Tirkiyeyê re peyamek dide. Rêzdar Ocalan li Girava Îmraliyê li ber xwe dide. Ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn li ber xwe dide. Dijminên Kurd ên faşîst û nîjadperest ji 5’ê Nîsana 2015’an û vir ve bi tecrîda girankirî dest bi şer kirin. Ne tenê li Bakur, li 4 parçeyên Kurdistanê li dijî hebûna Kurdan şer hate destpêkirin. Li dijî nasnameya me, zimanê me dest bi şer kirin. Îro jî berdewam dike. Lewma çalakiya hevrê Bubo çalakiyeke pîroz e. Bi rastî em naxwazin çalakiyek wiha pêk were. Rêberê Gelê Kurd jî naxwaze. Ev peyam ji bo me û ji bo muxalefeta Tirkiyê jî peyameke girîng e. Divê pirsgirêka Kurd çareser bibe. Çareseriya pirsgirêka Kurd bi DYA û Rûsyayê re nabe. Ya yekem rakirina tecrîdê, ya duyemîn jî bi azadiya fîzîkî ya rêzdar Ocalan pêkan e.”