Bi hezaran kes berê xwe didin mîtînga 'Em ê teslîm nebin'
Koordînasyona Ked û Demokrasiyê, mîtînga 'Em ê teslîm nebin' lidar dixin. Bi hezaran kes diherikin qada mîtîngê.
Koordînasyona Ked û Demokrasiyê, mîtînga 'Em ê teslîm nebin' lidar dixin. Bi hezaran kes diherikin qada mîtîngê.
Mîtînga 'Em ê teslîm nebin' ku ji aliyê HDP, CHP, HDK, BHH, DÎSK, KESK, TMMOB, TTB, LGBTÎ yên jin, rêxistinên ekolojî û Elewiyan, sendîka û partiyên siyasî ve tê lidarxistin, li meydana Kartalê dest pê kir.
Bi dirûşma "Roj ew roj e ku li dijî faşîzm, mêtîngerî û zilmê têkoşîn were meşandin. Roja berxwedana li dijî sîstema serokatî û dîktatoriyê ye" bi hezaran kes ber bi qada mîtîngê ve diherikin.
Girseya gel bi pankarta bi nivîsa "Em ê teslîm nebin, em ê bi ser bikevin" ket hundirê qada mîtîngê. Çalakger dirûşmên "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin", "Em bi hev re li ber faşîzmê rabin", "Dizek, kujer AKP" û "Kujer Erdogan" diqîrin.
Jin bi alên mor û kincên herêmî tevlî mîtîngê bûne. Her wiha dowîzên ji wêneyên hevserok û parlamenterên HDP'ê û hevserokên DBP'ê yên hatine girtin, di destê çalakgeran de ne.
Di mîtîngê de pankarta bi nivîsa "Komarek bê serok, bê şer, bê Rewşa Awarte, bê destavêtin" hat vekirin û bi armanca şermezarkirina 'qanûna destavêtinê' ya AKP'ê kampanya îmzeyan hat destpêkirin.
Li ser platforma axaftin lê bê kirin jî pankarteke mezin a bi nivîsa "Em ê teslîm nebin, em ê bi ser bikevin" hat daliqandin.