Bi droneyan êriş li ser kampên partiyên Rojhilat hate kirin

Li hemberî kampên partiyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê bi droneyan êriş hate kirin.

Hate gotin, li herêma Dola Alan a li Xelîfanê ya Başûrê Kurdistanê, kampên partiyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê bûn hedefa êrişa bi droneyan. Hate ragihandin ku ji ber êrişê tiştek bi kesî nehatiye.

Îran ji doh bi şev û vir ve zêdeyî 12 car in êrişê dibe ser Îdareya Soran. Çiyayê Korekê, Çiyayê Benî Herîr, Kampa Penaberan a Rojhilat û balafirgeha Leşkerî ya Herîr bûn hedefa êrişên bi droneyan.