Bi deh hezaran kes li hember komkujiyê li qadan e
Piştî komkujiya Enqereyê, DÎSK, KESK, TMMOB û TTB ku 2 rojan biryara çalakiya grevê girtin, Mêrsîn, Sakarya û Îzmîrê bi hezaran ket tevlî biryarê bûn.
Piştî komkujiya Enqereyê, DÎSK, KESK, TMMOB û TTB ku 2 rojan biryara çalakiya grevê girtin, Mêrsîn, Sakarya û Îzmîrê bi hezaran ket tevlî biryarê bûn.
Piştî komkujiya Enqereyê, DÎSK, KESK, TMMOB û TTB ku 2 rojan biryara çalakiya grevê girtin, Mêrsîn, Sakarya û Îzmîrê bi hezaran ket tevlî biryarê bûn. Li bajarên ku hilberîn rawestiya dibistan jî hatin boykotkirin. Bi hezaran kesên ku daketin kolanan gotin "Em failan dizanin. Fail Qesr û hikûmeta AKP'ê ya demkî ye"
MÊRSÎN
Li tevahiya Welat ku biryara çalakiya grevê hat girtin, li Mêrsînê jî bi hezaran kes, heta ber avahiya AKP'ê ya Akdenîzê meşiyan. Di meşa ku dirûşma, "Qatil AKP" hat berzkirin, karkerên ku dest ji kar berdan heta Parka Zarokan a Ozgur meşiyan. Piştî meşê daxuyanî hat dayîn. Berdevkê Platforma Demokrasî û Kedê ya Mêrsînê Mustafa Ozbey axivî û da zanîn ku li gel hemû qetilkirin, wehşet û êrîşan jî wê ti carî dest ji parastina aştiyê bernedin.
SAKARYA
Yek ji bajarên ku piştgiriyê da çalakiya greva 2 rojan Sakarya ye. Rêxistinên pîşeyî û kedê ku li ber AKM'ê hatin gel hev der barê grevê de daxuyaniyek dan. Di çalakiya ku HDP û CHP jî piştgirî dan pankarta "Tevî qetlîamê jî em ê bi israr bêjin aştî" hat vekirin. Piştî rêzdariya ku ji bo şehîdan pêk hat Berdevkê Demkî ya KESK'a Sakaryayê Alî Kose daxuyaniyê da û diyar kir ku ew bang li kesên ku mîtînga aştiyê vegerandine xwînê dike, li cihên ku hûn rêyên Qesrê bi ewlehî dikin, kesên ku ji bo aştiyê çûn Enqereyê we wan bikira bin ewlehiyê.
Her wiha li Îzmîr, Balikesîr, Manîsa, Mugla, Denîzlî, Bursa, Çanakkale û Edîrneyê bi hezaran kedkar û karker tevlî çalakiya greva 2 rojan bûn û piştî çalakiyan daxuyaniyan dan. Di daxuyaniyan de hat diyarkirin ku ew kujeran nas dikin û xwestin demildest ên pişt kujeran jî bên darizandin.