Li Sariyer ya Stenbolê li hemberî midûriyetek polîsan di saetên şevê de êrîşa bi bombeya destan û tifinga otomotîk pêk hat.
Di hedefa êrîşê de Navenda Polîsan a Îstînye hebû. Li gorî medya tirk, kesekî ku nêzî qereqolê bûye bombeyeke destan avêtiye û bi dengekÎ mezin teqyaye. Lê polîs îdia kir ku ji bûyerê kes birîndar nebûye. Hate destnîşankirin ku kesê ku çalakî pêk anîye paketek jî avêtiye baxçeyên qereqolê û piştî ku polîs gulebarandiye ew kes birîndar bûye. Kesê ku 7 gulle lê ket û bi ambulansê rakirin Nexweşxaneya Maslak Acibadem jiyana xwe ji dest da. Hate îdiakirin ku dê cenazeyê rabikin saziya Tiba Edlî.
Midûrê Midûriyeta Polîsan Huseyîn Çapkin hate navenda polîsan û der barê vê de agahî girt. Piştî vê pirsên rojnamegeran bersivand. Çapkin wiha got: “ Saet nêzî 23.00’an de ji aliyê du kesan ve pêk hatiye. Ev êrîşeke terorê ye. Bombeya destan avêtin. Bi tifingên otomotîk pêk anîne. Ew kes ji aliyê hevalên me ve bê bandor hate hiştin. Niha li nexweşxaneyê ye. Du kes hatin tesbîtkirin. Ê yek tenê çavdêr bû. Ji cihê bûyerê veqetiyaye. Hemû kes li wî degirin. Pêşî bombe avêtine û piştre gulebaran kirine.”
ENGÎN ÇEBER LIR WIR DI BIN ÇAVAN DE BÛ
Çakpkin der barê paqêta ku avêtina baxçeyê qereqolê de jî wiha got: “Ew jî tije xuya dike. Pêşî bombe avêtine û piştre gulebaran kirine. Bombeya destan jî diteqe.”
Rojnamegerekî pirsa ‘Engîn Çeber li wir hatibû binçavkirin, îhtîmala ku wî eleqeder bike heye an na?’ jî wiha got: “Di wan mijaran de ez nekarim tiştekî bêjim. Rewşa niha wisa ye”
Çeber li Sariyerê di 28’ê îlona 2008’an de piştî daxuyaniya çapemeniyê bi 3 hevalên xwe re hatibû binçavkirin û di bin çavande bi îşkenceyê hatibû qetilkirin.