Alîkara Hevserokên Giştî ya BDP'ê Meral Daniş Beştaş êrîşên demên dawî yên li dijî partiya wan nirxand û da zanîn ku, ew dê serlêdana sûç bikin. Daniş Beştaş diyar kir ku, daraz bi hewldanên xwe yên demên dawî êrîşkaran teşwîqî êrîşan dike û wiha got: "Me derbarê hemû êrîşkaran de serlêdana sûç kir lê me tu tişt bi dest nexist. Em dê dozê bibin qada navneteweyî."
Alîkara Hevserokên Giştî ya BDP'ê Meral Daniş Beştaş û Emdama Komîtgeya Hiqûqê ya BDP'ê Pinar Akdemîr, li avahiya navendî ya BDP'ê derbarê êrîşên li dijî avahiyên BDP'ê û zimandirêjiya ku li dijî parlamenterên BDP'ê de demeke dirêj tê bi karanîn daxuyanî dan çapemeniyê. Beştaş di civîna çapemeniyê de axivî û da zanîn ku, ev demek dirêje li dijî BDP'ê û gelê Kurd êrîşeke bi sîstematîk ji hêla dewletê û ji hêla faşîstên sivîl ve tê meşandin. Beştaş diyar kir ku, wan derbarê bûyerên nijadperest de amadekariyek cidî kirin û wiha axivî: "Bi taybet me serlêdanên sûç û serlêdanên ku mekanîzmayên navneteweyî têxin dewreyê me da destpêkirin."
LI DIJÎ 11 AVAHIYAN ÊRÎŞ PÊK HAT
Beştaş bi bîrxist ku li dijî gelek avahiyên partiya wan êrîşên tund pêk hatine lê di raya giştî de û çapemeniyê de weke tiştekî wisa pêk nehatiye hate nîşandan û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Di dewleteke hiqûqê de divê hewldaneke wiha faşîzan pêk nehata. Ev hewldanê lîncê û êrîşên li dijî partiya me ji hêla rayedarên dewletê ve pir asayî tên dîtin. Di serî de li dijî avahiya partiya me ya Dîlokê û li dijî 11 avahiyên partiya me êrîşên nîjadperset pêk hatin. Avahiyên Nîzîp, Aravan, Şehîd Kamîl bi tevahî hatin şewitandin. Di avahiya Navçeya Yavuzê de nêzî 5 hezar TL yî zirar heye. Li dijî avahiyên partiya me yên li Çanakkale, Îzmîr û Karşiykayê êrîş pêk hatin. Li dijî avahiya Bahçelîevlerê êrîş pêk hat. Me derbarê van hemûyan de serlêdan kir, lê tu tişt nehate kirin."
KIRYAR DIYARIN
Beştaş destnîşan kir ku, kiryarên êrîşan diyarin lê heta niha derbarê tu kesî de lêpirsîn nehatiye destpê kirin û wiha got: "Me serlêdana sûç jî kir, me got ev êrîş sûcê mirovahiyê ne. Siyasetmedarên tirk bi daxuyaniyên ku didin gel teşwîqê van sûcan dikin." Beştaş bal kişand li ser fezlekeyên ku derbarê parlarlamenterên BDP'ê ve ji hêla Serokê Komîsyona Makeqanûna TBMM'ê û parlamenterê AKP'ê yê Stenbolê Burhat Kuzu ve hatiye amdekirin jî û ev tişt anî ziman: "Ew qas fezleke bê guman bi wate ne. Ji ber ku ev fezleke hemû jî azadiya ramanê ne. Hemû ji ber axaftinan hatine amedekirin. Di welatekî ew qas behsa azadiyê û hiqûqê tê kirin de amadekirina ew qas fezlekeyan bi rastî jî eybeke mezine."