Di operasyonên bi navê “KCK’ê” de li hemberî siyaseta Kurdan pêk tê û ji aliyê tevgera siyasî ya Kurdan ve weke “qirkirina siyasî” tê binavkirin, bi hezaran kes hatin girtin. Di nav vana de zêdetirê hezar hilbijartiyên BDP’ê û siyasetmedar in. Alîkara Hevserokên BDP’ê ya ji Mafê Mirovan Berpirs Meral Daniş Beştaş da zanîn ku ji doza KCK’ê 8 hezar kes di girtîgehan de ne û da zanîn ku operasyonên di bin navê KCK’ê de pêkanînên derbeya 12’ê Îlonê jî derbas kirine.
Piştî serkeftina Kurdan a di hilbijartinên herêmî yên sala 2009 de, rejîma AKP’ê dest bi operasyonên siyasî yên li hemberî Kurdan kir, di encama operasyonên di bin navê “KCK”ê de li hemberî siyaseta Kurdna pêk hat de tevî şaredar, parlementer, siyasetmedar, zarok, parêzvanên mafê mirovan, parêzer, rewşenbîr, sendîkavan, rojnamevan bi hezaran kes hatin girtin.
Alîkara Hevserokên BDP’ê ya ji Mafê Mirovan Berpirs Meral Daniş Beştaş der barê van operasyonên ku ji sala 2009 heta îro berdewam dikin ji nûçegihanê ANF’ê Îbrahîm Açikyer re axivî û agahiyên girîng da.
LI GEL HEVDÎTINÊN OSLOYÊ OPERASYON DEST PÊ KIR
Daniş Beştaş bal kişand ku dema hevdîtinên Osloyê yên di navbera PKK û dewletê de dest pê kirin, operasyonên qirkirina siyasî yên li hemberî siyaseta Kurdan di bin navê KCK’ê de jî dest pê kirin û destnîşan kir ku ev yek jî nêzîkatiya hukûmeta AKP’ê ya li hemberî çareseriyê nîşan dide.
36 ŞAREDARÊN BERÊ Û NÛ GIRTÎ NE
Di navbera salên 2009-2010 de 18 şaredarên BDP’yî, 60 endamên meclîsên şaredariyan, 14 endamên meclîsên bajaran, ji peywirê hatin girtin. Beştaş destnîşan kir ku heta niha 36 şaredarên berê û yên nû di girtîgehan de ne û got; “Di dema destpêkê de şaredarên me Firat Anli, Abdullah Akengîn jî hatin girtin. Niha Şaredarê Kayapinarê Zulkuf Karataş, Şaredarê Êlihê Necdet Atalay, Şaredarê Îdirê Mehmet Nûrî Guneş girtî ne. Şaredarê me yê Dêrika Çiyayê Mazî girtî ye. Dîsa rêveberiyên me yên herêmî di hedefê de ne.”
PÊKANÎNÊN LI DIJÎ PARLEMENTERÊN GIRTÎ BI TEMAMÎ SIYASÎ NE
Beştaş da zanîn ku parlementerên ku bi dengên (ray) gel hatine hilbijartin, niha di girtîgehê de ne û da zanîn ku ev yek şermek a Tirkiyeyê ye. Beştaş da zanîn ku hincetên ku têne nîşandan hemû ne huqûqî ne û got ku pêkanînên li hemberî parlementerên girtî bi temamî siyasî ye. Beşta diyar kir ku dibêjin ger serbest bên berdan, dê birevin û got; “Ma dê Faysal Sariyildiz bireve? Nexêr dê li parlementoyê bimîne.”
ZÊDETIRÊ HEZAR XEBATKARÊN ÇALAK ÊN BDP’Ê GIRTÎ NE
Beştaş da zanîn ku tevî şaredar û parlementeran 7-8 hezar kes hatine girtin û got ku ev rêye ne normal e. Beştaş diyar kir ku agahiyên îstatîkstîk ên girtinan her roj nû dibe û got; “Ji nêzî 8 hezar kesên hatine girtin, zêdetirê hezar kes bi awayeke aktîf di partiya me de, li navenda giştî, şaredar in, xebatkarên şaredariyê ne, endamên meclîsên şaredariyê ne, endamên meclîsên bajaran in, serokên bajar û navçeyan ên rêxistina partiya me ne. Li Mêrdînê 6 serokên navçeyan girtî ne.”
HER ÇALAKIYEK BI KCK’Ê VE GIRÊ DIDIN
Beştaş da zanîn ku xwendekarên tibê jiber k udi mijara tenduristiyê gel ronî dikir hatine girtin û wih got: “Bi hinceta KCK dewletê ava dike operasyon pêk tînin. Di pêvajoyên dozan de kotaya jinê her tim dertê pêş me. Daxwazkirina vê tê wateya piştgiriyê. Ev ne tiştekî nû ye. Lê dibêjin ger KCK biparêze hun nekarin biparêzin. Ger ku we di 8’ê Adarê de daxuyanî dabe û daxuyaniya KCK’ê jî hebe hûn sûcdar in. Ji hemû xebatên qada ku KCK’ê behs kiriye hun tên girtin. Parêzeran ji ber ku doz birin DMME’yê tên darizandin. Azadiya ramanê tê darizandin. Endamê LRN’ê li Mêrsînê digire û dibêje ez tevlî civînê dibim. Ev jî dibe xebata KCK’ê. Gelek mînak hene. Ciwan civînan çêdikin, bi KCK’ê ve girêdidin. Doza sendîkavanan jî mînak e. Rojnamger ji ber nûçeyan tên darizandin. Jin ber xebatên xwe, parêzer ji ber ku parastinê dikin, parêzvanên mafê mirovan jî ji ber ku edaletê dixwazin tên darizandin.”
DAXWAZA ZIMANÊ KURDÎ ELEQEYA WÊ BI ZANÎNA TIRKÎ NÎNE
Beştaş da zanîn ku dozê KCK’ê de daxwaza parastina bi kurdî bi hinceta ku tirkî dizanin tê redkirin û wiha got: “Hewl tê dayîn kurdî bidin jibîrkirin. Ev her tim wisa bû. Lê tê dîtin ku nayê jibîrkirin. Em di parastinên xwe de dixwazin bi zimanê xwe parastina xwe bikin. mesele ku tirkî zanîbûn an jî nezanîbûne. Em li dadgehan tercuman dixwazin. Ew fêm nakin.“
BERIYA 2009’AN HAKPARÊ PARASTINA KURDÎ KIRIYE
Beştaş wiha pê de çû: “Beriya dozên KCK’ê di doza HAKPAR’ê de destûr dan parastina bi kurdî. Em van jî mînak didin. Tiştên hatine jiyîn evin. Li hemberî daxwazeke wisa bûn xwedî hewlwest. AKP dibêje dê mafê parastinê bê dayîn. Ev daxwazeke mafdar e. Ev li hemberî zimanê kurdî bê tehemulî ye. Di dozên KCK’ê de tu aliyê hiqûqî tune. Ev pêvajoyeke polîtîk e.”
DI DÎROKA TIRKIYEYÊ DE NEHATIYE DÎTIN
Beştaş d a zanîn ku AKP’ê di dîroka Tirkiyeyê de pêkanînek nehatiye dîtin pêk aniye û wiha got: “Ev du mehe gelek kes hatin surgunkirin. Kesên li Amedê hatin darizandin şandine Şakranê, yên li Stenbolê hatin darizandin şandin cihên herî dûr. Naynin danişînan, naynin îfadeyan. Dixwazin hemûyan belav bikin. tehemulî bikaranîna mafê wan nakin. Malbatên xwe nekarin bibînin. Tevli dadgehan nabin. Şakran di rayagiştî de hate dîtin. Pêkanînên keyfî didome. “
ÎSTATÎSTÎK 12’Ê ÎLONÊ DERBAS KIR
Beştaş got îstatîstîka darizandina dema 12’ê îlonê lêkolîn kirine û wiha pê d eçû: “Doz û darizandinên KCK’ê 12’Ê îlonê derbas kiriye. Ew pêvajoyek bû. darbe pêk hat û darizandin çêbû. Lê li vir pêvajoyek bê dem heye. Didin domandin. Di danişînan de bi copan parêzeran ji salona danişînê derdixin. Ev mînak di 12’ê îlonê de tune. Li Sîlîvriyê serokê dadgehê parêzeran ji salonê derdixe û her wiha tên derbkirin. refleksek cidî nayê dîtin. Divê hiqûqnas piştgirî bidin vê.”
Beştaş got AKP’ê dixwaze kesên rêyên siyaseta demokratîk vebike bigire û qada çekdarî vedike. Beştaş wiha got: “Ev rewş nayê pênasekirin. Cîhan derfetê dide siyasetê. Em hêj berxwe didin. Em dibêjin pirsgirêk bi axaftinê siyasetê çareser dibe. AKP dibêje çareserî diyaloge lê îmzeyê davêje pêkanînên berê. Serokwezîr bi nêzîkatiyên otorîter dibêje ez dê tune bikim. Ev wisa nabe. Divê BDP muxatab bê girtin. BDP yek ji van muxataban e. Wisa hema nayê avêtin. Ji ber wê jî daxuyaniya Abdullah Gul a der barê parlamenterên girtî de girîng e. Divê xwedî li vê derkevin. Di mijara destnedanê de jî ev wisa ye.“