Beştaş: Li vir BDP tê darizandin

Beştaş: Li vir BDP tê darizandin

Parêzera doza KCK’ê Meral Daniş Beştaş di rûniştina doza KCK’ê ya li Stenolê de axivî û got; “Bi kurtî, li vir li şûna girtina partiyê, hewldana bêzêzkirin û girtina hemû rêveberên wê heye. Li vir BDP tê darizandin. Pêşniyarên BDP’ê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd pêşkêş kirine jî weke suc têne dîtin."

Yekemîn rûniştina Doza Sereke ya KCK’ê ya Stenbolê li 15’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê dest pê kir. Di dema rûniştina dozê de Parêzer Meral Daniş Beştaş mafê axaftinê girt û diyar kir ku îddîaname bi temamî ji xebatên qanûnî yên BDP’ê pêk tên. Beştaş wiha domand; "Bername û rêziknameya vê partiyê tê darizandin. Ev bersucên li vir bi sucê parastina Xweseriya Demokratîk têne darizandin. Jixwe BDP bi aşkereyî Xweseriya Demokratîk diparêze û ji bo vê yekê dixebite."

Beştaş bal kişand ku di îddîanameyê de îfadeyên şahidên “veşartî” yên balkêş hene û bi bîr xist ku van şahidên veşartî gotine ku wêneyên endamên rêxistinê bi dîwarên avahiyên BDP’ê ve hene. Beştaş got; “ Dozger dikarî vê yekê lêkolîn bike. Ew wêne yên Şêrzan Kurt û Aydin Erdem ên ji aliyê polîsan ve hatine kuştin û Mûsa Anter in. "

Parêzer Meral Daniş Beştaş ku di heman demê de Alîkara Hevserokên BDP’ê ye jî bi bîr xist kui dozger ji bo Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) jî gotibû ne qanûnî ye û got; “Ger tenê birêz dozger, bêje KCD ne qanûnî ye, ev yek nabe neqanûnî.”

Beştaş got ku 15 caran guhdarî navendên BDP’ê hatiye kirin û destnîşan kir ku ev yek ne qanûnî û ne jî hiqûqî ye. Beştaş got; “Gelo avahiyên çend partiyan bi vî awayî têne guhdarkirin.”

Prz. Meral Daniş Beştaş bi bîr xist ku kampanyaya “ez xwe xîbar” dikim weke xebateke neqanûnî hatiye nîşandan û diyar kir ku ev kampanya bi giştînameyek a BDP’ê hatiye destpêkirin: Beştaş got; “Xebatên partiya me yên diryarkirina namzedan, weke xebatên ne qanûnî têne nîşandan. Akademiyên Siyasetê li gorî rêziknameya partiyê hatine avakirin û ev jî weke tiştek ne qanûnî tê dîtin. Bi kurtî, li vir li şûna girtina partiyê, hewldana bêzêzkirin û girtina hemû rêveberên wê heye. Li vir BDP tê darizandin. Pêşniyarên BDP’ê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd pêşkêş kirine jî weke suc têne dîtin."

Prz. Beştaş daxwaz kir ku mafê parastina bi zimanê zikmakî bê dayîn, doz were betalkirin û ji ber ku dadgeh nikare biryara girtinê der barê bersucan de bide, hemû serbest bên berdan, dosyayê ji Dadgeha Makeqanûnê re were şandin û ji Serdozgeriya Dadgeha Bilind were pirsîn ka lêpirsînek der barê BDP’ê de heye an na.

Parêzer Înan Poyraz jî der barê mafê parastina bi zimanê zikmakî de axivî û diyar kir ku ji sedî 90’ê bersucan Kurd in û zimanê bi kar tînin Kurmancî û Zazakî ne. Poyraz got; “Ji bo daxwaza parastina bi zimanê zikmakî ya miwekîlên me were qebûlkirin, em daxwazname didin dadgehê.”

Parêzer Poyraz peymanên navneteweyî jî bi bîr xist û diyar kir ku li gorî van peymanan jî her kes dikare bi zimanê xwe yê zikmakî xwe biparêze.

Navber dan rûniştina dozê.