Beşdarî 8’ê Adarê û Newrozê bû, 11 sal ceza girt

Beşdarî 8’ê Adarê û Newrozê bû, 11 sal ceza girt



Xwendekara zanîngehê Rehîme Olgun ji ber ku beşdarî şahiyên 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê, pîrozbahiya Newrozê û meşa Amarayê bû, bi îdîaya “endama rêxistinê ye” hat tawanbarkirin û 11 sal û 4 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn.

Xwendekara pûla 4’emîna Beşa Zanîstên Fen a Zanîngeha Mêrsînê Rehîme Olgûn ji ber ku beşdarî 8’ê Adarê, pîrozbahiyêN Newrozê, Meşa Amarayê, 1’ê Gulanê, çalakiyên bîranîna Aydin Erdem û Şêrzan Kurt bû, di 30’ê gulana 2011 de di encama serdegirtina malan de hat binçavkirin û bi hinceta “endama rêxistinê ye” hat girtin. Di rûniştina doza Olgûna 21 salî de biryara dawî hat dayîn. Doz li 6. Dadgeha Cezayê Giran a Edeneyê pêk hat û Olgûn, hevalên wê û parêzera wê Yildiz Koca amade bûn.

Olgûn di îfadeya da dadgehê de diyar kir ku ew çalakî û meşên navborî ne dijî qanûnê ne û diyar kir ku ew bê suc e, xwest serbest bê berdan. Parêzer Koca jî diyar kir ku miwekîla wê bê suc e, xwendekar e, ji bo zêdetir mexdur nebe divê serbest bê erdan.

Piştî parastinê, dîwana dadgehê, beşdarbûna Olgun a van çalakî û pîrozbahiyan weke “delîl” nîşan da û bi îdîaya “endama rêxistinê” û “ propagandaya rêxistinê”, “ li hemberî qanûna meş û xwepêşadanê rabûye” 11 sal û 4 me cezayê girtîgehê li Olgûn birî