Cîgira Seroka Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Meral Daniş Beştaş li Meclîsê civîna çapemeniyê li dar xist. Di axaftina wê de ev xal derketin pêş:
“Wê sibe li Komîsyona Makeqanûn, pêşniyazqanûna AKP-MHP’ê ya têkildarî melesê were nîqaşkirin. Em pir baş dizanin bê ka guhertina Makeqanûn ya demekî kin beriya hilbijartinê tê çi wateyê. Welat di nav xizantiyê de ye û ji bo jiyanê li ber xwe dide. Di her qadê de têkçûnek heye lê di rojeva bloka desthilatdar de manewrayên hilbijartinê heye. Hewldanên wan ji bo manîpulekirina raya giştî ye. Pêşniyazqanûna guherandina Makeqanûnê jî yek ji van hewldana ye. Mijara melesê kirin parçeyeke kampanyaya hilbijartinê. Wê hewl bidin civakê dabeş bikin û piştgiriya bo xwe xurt bikin. Bi biryarên Dadgeha Makeqanûnê û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê nakin. Dema ev pêşniyaz hate rojevê, me helwesta xwe eşkere kiribû. Me gotibû ku divê maf û azadî bi awayekî giştî werin destgirtin. Lê bersiva vê nedan û piştre jî pêşniyazqanûna xwe amade kirin û pêşkeşî komîsyonê kirin. Me bersiveke erênî nedabû koma AKP’ê. Em nikarin bibêjin ku AKP-MHP di vê mijarê de jidil in. Heta duh şirîkê biçûk gef li Dadgeha Makeqanûnê dixwar ku partiya me bigire. Heman şirîkê biçûk, ji bo girtina partiya me kampanya da destpêkirin û bi Dadgeha Makeqanûnê doz dan vekirin.
HDP WÊ TEVLÎ HEVDÎTINÊN KOMÎSYONA MAKEQANÛNÊ NEBE
Bi kesên ku Makeqanûnê nas nakin û binpê dikin re Makeqanûn nayê çêkirin. Lewma jî em tevlî hevdîtinên komîsyona Makeqanûnê nabin. Me biryar da ku tev li hevdîtinên sibe nebin. Me biryar da ku em nebin beşeke vê kampanyaya hilbijartinê.”