Beştaş: Abdullah Ocalan dikare welat ji sîstema mafyayê rizgar bike

Cigira Seroka Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş, bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: “Vîna ku dikare welat ji sîstema mafyayê rizgar bike tê tecrîdkirin, polîtîkaya şer tê mezinkirin.”

Cîgira Seroka Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş li Meclîsê têkildarî mijarên di rojevê de civîna çapemeniyê li dar xist.

Beştaş diyar kir ku ew di nava du Tirkiyeyan de dijîn, yek ji vê Tirkiye ya qesrê ye û yek jê jî Tirkiyeya xizanî, bêkarî û xelkê ye û xelkê bi birçîbûnê edeb dikin. Beştaş diyar kir ku qedexeyek giştî ya bêewle heye û di vê pêvajoya jê re dibêjin “asayî” bi ser 10 milyon kes re bêkar e û 20 milyon mirov jî di bin sînorê birçîbûnê de dijî. Beştaş destnîşan kir ku di her warî de desthilata herî xerab desthilata AKP’ê ye. Beştaş anî ziman ku Serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan duh êvarê di beranmeya televîzyonekê de heqaret li welatî, esnaf û xebatkaran kiriye.

Beştaş bal kişand ser gotinên rêveberê çete yê têkiliya wî bi dewletê re heye Sedat Peker û li mikur hatina wî û got: “Hesab pirsînek heye. Şerê hêz û desthilatê heye. Her kesên ji bilî xwe kirine xayînên welat û terorîst nîşan didin.”

‘LI VÎ WELATÎ JI BO KESEK CEZA BIGIRE, TENÊ LI DIJÎ AKP’Ê BE, TÊRÊ DIKE’

Beştaş daxuyakirin ku biryara Wezareta Karên Navxweyî ku derbarê Hevserokê Giştî yê DBP’ê yê berê Kamûran Yuksek û Parlamenterê HDP’ê yê berê Nadîr Yildirim ku wan li “lîsteya sor” zêde kirine û got: “Ji bo ku siyaseta demokratîk krîmînalîze bikin û muxalefetê bêtesîr bikin, her tiştî dikin. Ev hewldan doz û lêpirsînek komployê ye. Siyasetmedarê ji lîderê mafyayê meaş digire heye. Van kirinên xwe dernaxin holê û eşkere nakin, lê rabûne Kamûran Yuksek û Nadîr Yildirim dixin nav lîsteya sor. Ji bo ku kesek li vî welatî ceza bigire, tenê li dijî AKP’ê be, têr dike. Di astek ku daraz di vê rewşê de her kes dikare ceza bigire. Xelatkirin û lîsteya sor karûbarên pergala mafyatîk e.”

‘ÇARESERÎ ÎMRALÎ YE, EW JÎ TÊ TECRÎDKIRIN’

Meral Daniş Beştaş bal kişand ser hişyariyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên derbarê têkiliya dewlet-mafya-siyasetê û got: “Pirsgirêka Kurd çareser nekirin, lê welat anîn ber têk birine. Astengiya çareseriyê berdewam dike. Astengkirina rêya çareseriyê ya bi girankirina tecrîda li Îmraliyê li dijî Ocalan didomînin. Em vê dibêjin; heta ku çareseriyê asteng bikin, wê Tirkiye nikaribe ji vê pergal û rêxistinên mafyatîk rizgar bibe. Tecrîd ji sala 2015’an ve berdewam dike. Îradeya ku dikare pirsgirêka Kurd çareser bike, hûn wî tecrîd dikin. Îradeya ku wê vî welatî ji pergala mafyatîk rizgar bike, bi polîtîkayên şer tê tecrîdkirin. Helbet ev tecrîd ne hiqûqî ye. Biryarek siyasî ye. Gotinên ku birêz Ocalan ji bo Tirkiyê gotibû yek bi yek diqewimin.”

‘GIRTIYÊN SIYASÎ DIŞÎNIN MIRINÊ’

Beştaş anî ziman ku ew çûye serdana girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan ê li Girtîgeha Amedê dimîne û wiha pêde çû: “Bi sedan girtiyên nexweş ên mîna Emîn Ozkan hene û bi mirinê re rû bi rû mane. Kêlî bi kêlî wan dişînin mirinê. Daxwazên me yên têkildarî girtiyên nexweş de bi temamî wîjdanî û mirovî ne. Îqtidarek ku mafyayan, çeteyan ji girtîgehê derdixe û wan li otelên pênc stêrk diezimîne, girtiyên siyasî dişîne mirinê. Mehmet Emîn Ozkan 83 salî ye û di nava van 10 rojan de heft caran rakirine nexweşxaneyê. Niha hêj li nexweşxaneyê ye û hêj nehatiye berdan. Qet nebe berdin bila xatirê xwe ji malbata xwe bixwaze.”

‘TIRKIYE DEV JI DIJMINAHIYA KURDAN BERNEDE, BI  SER NAKEVE’

Beştaş axaftina xwe pirsên rojnamevanan bersivand û têkildarî sînyala operasyonek gengaz ku Serokkomar Erdogan ji bo Kampa Mexmûrê da jî wiha domand: “Em her tim dibêjin divê bi rêyên dîplomatîk pirsgirêk werin çareserkirin. Çareseriya vê li hundir e, ne li derve ye. Bi operasyonên ku dikin re tenê pirsgirêk mezintir dibin. Armanca sereke ya operasyonan ew e ku dijmintiya li hemberî gelê Kurd e. Heta ku dev ji vê dijmintiyê bernedin, Tirkiye nikare bi ser bikeve.”