Berxwedêrên Strasbourgê: 4'ê Nîsanê hêviya azadiyê ye

Berxwedêrên greva birçîbûnê yên li Strasbourgê, rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kirin û diyar kirin, roja 4'ê Nîsanê ruhê azadiyê afirî û gelek vejiya.

Çalakgerên ku li Strasbourgê 110 roj in di greva birçîbûnê de ne, rojbûna 70'î ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kirin.

Di çalakiya pîrozbahiyê de ji berxwedêran Dîlek Ocalan û Mûstafa Sarikaya axivîn.

Dîlek Ocalan destnîşan kir, rojbûna Ocalan bûyina gelekî ye û got, gelê Kurd bi Ocalan re ji nû ve vedişe.

SARIKAYA: KESEK NÎNE KU VÊ JIYANÊ BANDOR LÊ NEKIRIYE

Ji çalakgeran Mûstafa Sarikaya jî anî ziman, 4'ê Nîsanê ji dema jidayikbûna şexsekî wêdetir destpêka serdemeke guhertina jiyan û takekesan e. Sarikaya got, "Li çar parçeyên Kurdistanê kes nîne ku vê jiyanê bandor lê nekiriye."

Sarikaya ragihand, Ocalan bi fikir, pêşdît û paradîgmaya xwe hêviyeke nû ji bo mirovahiyê afirand û diyar kir, bandora vê yekê herî baş li Ewropayê tê dîtin. Sarikaya got, "Ji her miletî mirov tên, ji bo Rêber Apo nas bikin û bibînin."

'HÊVIYA AZADIYÊ JI BO GELEKÎ AFIRAND'

Sarikaya da xuyakirin ku Ocalan hêviya azadiyê ji bo gel afirand, mezin kir û kir ku gelek destketî werin bidestxistin.

Sarikaya diyar kir, gelê Kurd û hevrêyên wan ên li her qadê dixwazin ji bo Ocalan tiştekî bikin û got, "Dil dixwest jê re bêje 'Rojbûna te pîroz be'. Lê belê ji bo azadiya Rêberê me hîn gelek tişt hene ku divê em bikin. Em dixwazin bêjin, 'Me te ji bîr nekir, em bêriya te dikin'. Baş bû ku tu ji dayik bû, baş bû ku fikrên te bandor li me kir, baş bû ku em bûn Kurdên Apoyî."

Li aliyê din, bi wesîleya 4'ê Nîsanê bi navê çalakgerên greva birçîbûnê nameyek hate nivîsandin û tevî kulîlkan li gelê Fransayê hatin belavkirin.

Di nameyê de li ser grevên birçîbûnê agahî tê dayin. Her wiha rojbûna Ocalan li mirovahiyê tê pîrozkirin.

Di pîrozbahiyê de hunermendên ser bi Koma Berxwedan derketin ser dikê.