Berxwedêrên 14'ê Tîrmehê li Melboûrneyê hatin bîranîn

Berxwedêrên Rojiya Mirinê ya 14'ê Tîrmehê Kemal Pîr, Hayrî Dûrmûş, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek, li bajarê Melboûrne yê Awûstralyayê bi semînerekê hatin bîranîn.

Semîner li salona konferansê ya Navenda Civak a Demokratîk a Kurdistaniyan a Vîctorîa pêk hat. Di semînerê de qiseker li ser Şêx Seîd, Zeynep Kinaci (Zîlan), şehîdên Sêwasê û berxwedêrên 14'ê Tîrmehê axivîn. Di çalakiyê de sînevîzyon jî hate nîşandan.

Di semînerê de her wiha Ûlaş Bayraktaroglû û Ayşe Denîz Karacagîl ên di operasyona Reqayê de şehîd bûn hatin bîranîn.