Bertekên li dijî qirkirina siyasî zêde dibin

Operasyona siyasî ya li dijî DBP’ê, li Mêrsîn û Stenbolê hat protestokirin.

Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de, Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir û hevserokên bajêr jî di nav de, di derbarê 15 kesan de biryara destgîrkirinê hat girtin. Piştî biryarê li 9 bajaran polîsan avêt ser avahiyên partiyê û malan. Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir û hevserokên bajêr di nav de 14 kes hatin destgîrkirin. Bertekên li dijî destgîrkirinan didomin.

MÊRSÎN

HDP'a Mêrsînê û Buroya Şêwirmendiyê ya DBP'ê ya Edeneyê li Parka Zarokê Azad daxuyaniyek dan. Parlementera HDP'ê ya Mêrsînê Fatma Kûrtûlan û gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn. Hevberdevkê DBP'ê yê Çûkûrovayê Enver Guler vê êrîşê wekî "Êrîşa li vîna rêxistinkirî ya Kurdan" şîrove kir û got: "Em careke din dubare dikin ku em ê bi xurtkirina bertekên xwe yên demokratîk vê qirkirina siyasî pûç bikin."

Kûrtûlanê jî got: "Em ê serî netewînin û çokê neşikînin."

STENBOL

HDP'a Stenbolê jî li avahiya partiya ya bajêr daxuyanî da. Beriya daxuyaniyê polîsan dora avahiya partiyê dorpêç kirin û nehiştin daxuyanî bê dayîn. Polîsan xwest têkevin hundirê avahiya partiyê. Hevseroka HDP'ê ya Stenbolê Îlknûr Bîrolê bertek nîşanî vê da. Li dijî êrîşan dirûşmeyên "Li dijî faşîzmê mil bi mil" û "Bimire faşîzm" hatin berzkirin. Polîsan welatiya bi navê Rojhan Işiktaşê destgîr kir.