Bertek nîşanê destgîrkirina Dayikên Aştiyê hat dayîn
Partiya Çepên Kesk û HDP’ê, bertek nîşanê destgîrkirina 8 jinan li Antalyayê da û got: “Bi siyaseta zextan ne jin ne jî partiya me bêzar nabin.”
Partiya Çepên Kesk û HDP’ê, bertek nîşanê destgîrkirina 8 jinan li Antalyayê da û got: “Bi siyaseta zextan ne jin ne jî partiya me bêzar nabin.”
Bi îdiaya “peydekirina pere ji rêxistinê re” ya Serdozgeriya Komarê ya Antalyayê, duh bi ser malan de hat girtin û Dayikên Aştiyê Fatma Gun, Emîne Tekmenûray, Zekiye Alak, Hulya Ayik, Huzna Goksel, Ayşe Arslan, Valîde Kaplan û Emîne Arslan hatin destgîrkirin. 8 dayikên bi şandina pere ji girtiyan re tên sûcdarkirin, piştî ku îfadeyên wan li Midûriyeta Ewlehiyê ya Antalyayê hatin girtin, sewqê edliyeyê hatin kirin û bi piştî ku îfade li dozgeriyê dan, hatin berdan.
Rêxistinên Partiya Çepên Kesk û Partiya Demokratîk a Gelan ên Antalyayê, li ser mijarê li ber Peykerê Attalos daxuyanî da çapemeniyê.
Hevseroka HDP’ê ya Antalyayê Hulya Hasbay ku bertek nîşanê destgîrkirina Dayikên Aştiyê da, got: “Bi vê siyaseta zextan hûn nikarin jinan û partiya me bêzar bikin.”
Hasbay anî ziman ku ew ê li dijî helwesta dijminane ya desthilatê têbikoşin û wiha got: “Ne bi êrîşên we yên li ser partiya me, ne jî bi tifaqa we ya faşîst em bêzar nabin.”