Ji rojnameyên rojane ya Almanyayê Berlîner Morgenpost di hejmara xwe ya îro de di nûçeyek xwe de geşedanên dawÎ yê pirsgirêka kurd nirxand. Rojnameya ku ji bo dema aloziya di navbera Enqere û Şamê dest pê kir îfadeya ‘Dema qeşayê ya siyasetê’ bikaranî. Her wiha da zanîn ku pirsgirêka kurd a Tirkiye, Iraq û Suriyê niha hatiye cemidandin.
Rojnameya Berlîner Morgenpost balkişand ser faktora pirsgirêka kurd. Rojname bi sernavên xwe yên demên dawî yên wekê ‘ alozî’, ‘kêmar’ , ‘pevçûnên kurd’, û ‘ herêma tampon’ pêvajoya dema dawî dinirîxine.
ALOZÎ: Di navbera Tirkiye û Suriyeyê de hewayeke sar heye. Her du welatan jî berê demeke dirêj li hemberÎ kurdan di warê têkoşînê de lihevkiribûn.
KÊMAR: Kurd civaka herî mezin ya k udi cîhanê de welatê wan tuneye. DYA’yê di salal 1991’ê de li hemberî hêzên Saddam Husyîn herêm wekÎ herêma qedexe îlan kir û li Iraqê kurd niha xweseriyê dijîn.
PEVÇÛNA KURD: Dewleta tirk, bi pevçûnên xwe herêma otonomî a kurdan qebûl nekiriye. Enqere bi hemûn biryara xwe ya neteweî sînor derbas iriye, li hemberî PKK’ê têdikoşe.
HERÊMA TAMPON: Li Tirkiyeyê ev 10 sale herêma tampon heye. Armanca li vir PKK’iyên li Iraqê bişopînin. Niha jî rojeveke wisa li SuriyeyÊ heye. Lê rêveberiya Suriyeyê tu carî destûrê nade tiştekî wisa.