Beriya tûra duyemîn 24 kes hatin destgîrkirin
Beriya tûra duyemîn a ji bo hilbijartina Serokkomariyê li hemberî Kurdan operasyona qirkirina siyasî hate kirin û herî kêm 24 kes hatin destgîrkirin.
Beriya tûra duyemîn a ji bo hilbijartina Serokkomariyê li hemberî Kurdan operasyona qirkirina siyasî hate kirin û herî kêm 24 kes hatin destgîrkirin.
Bi hinceta lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê di destê sibehê de li Mêrsîn, Enqere, Entalya, Edene û Îzmîrê polîsan girtin ser gelek malan.
Serdozgeriyê parvekirinên di medyaya dîjîtal de, pere şandina ji ser TÛAY-DER’ê ya ji bo girtiyan wekî sûc hate dîtin.
Di lêpirsînê derbarê 28 kesan biryara destgîrkirinê hate dayîn û heta niha 24 kes hatine destgîrkirin.
Di dem serdegirtinê de deriyên malan hatin şikandin û alavên di nava malê de hatin talankirin.
Nûçegihanê MA’yê yê Îzmîrê Delal Akyuz, Hevserokê HDP’a Yenîşehîrê Îbrahîm Kaylan, Serokê HDP’a Yenîşehîrê yê berê Emrah Denîz, rêveberê HDP’ê Devrîm Aydin, rêveberên DBP’ê Kadrî Ezel, Cengîz Dere, rêveberên TÛAY-DER’a Çûkûrovayê Esmer Ogûz, Selîm Ekîcî, Azat Taş ê ji sedî 85 astengdar, endamên Meclisa Ciwanên HDP’ê ya Mêrsînê Sureyya Ceylan, Ozkan Yalçin û Beşîr Acar, Yûsûf Korkût, Nebî Korkût, Ramazan Çatûk, Ramazan Aslan, Ferhat Demîr, Îbrahîm Dûrak, Engîn Aydemîr, Erhan Beyhan, Hamza Arpaç, Mehmet Kapan û Ozkan Yalçin di nav de 24 kes hatin destgîrkirin.