Beriya rûniştina doza ‘Lihevkirina Bajar’ HDK û DEM Partî li ber edliyê çalakî lidar xistin

Îro li Edliyeya Stenbolê rûniştina doza ‘Lihevkirina Bajar’ tê lidar xistin. HDK û DEM Partî beriya rûniştinê daxuyanî dan û diyar kirin ku ev doz êrîşeke li dijî mafê bijartin û hilbijartinê ye.

Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), beriya rûniştina doza “Lihevkirina Bajar”, li pêşiya Edliyeya Stenbolê daxuyanî dan. Hevberdevkên HDK’ê Alî Kenanoglû û Meral Daniş Beştaş, wekîlên DEM Partiyê, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl tevlî bûn.

Meral Daniş Beştaş, di daxuyaniyê de got ku bi doza “Lihevkirina Bajar” re mafê bijartin û hilbijartinê tune hatiye hesibandin û got: “Ev doz, êrîşeke li dijî mafê bijartinê yê partiyan e. Dema desthilatdarî tifaqan dike ev dibe lihevkirin lê dema muxalefet dike dibe ‘sûc.’ Tifaq û lihevkirin sûc nînin lê girtinên ji ber vê sedemê sûc e. Mafê Kurdan jî heye ku li bajarên rojava bi rêya bijartin û hilbijartinê di rêveberiyên bajaran de cih bigirin. Dozger ewqas amator tevgeriyaye ku gotiye ‘Kurd’.”

Meral Daniş Beştaş, bal kişand ser pêvajoya heyî û got ku divê hevalên wan werin berdan, doz li dijî Qanûna Partiyên Siyasî, Destûra Bingehîn û peymanên navneteweyî ye û got: “Hûn di rêya şaş de ne, ji vê xeletiya xwe vegerin.”

Wekîla Koma CHP’ê ya ÎBB’ê Ulku Înan jî peyama têkoşînê da.