Berdana rojnamevan Alî Bariş Kurt hat taloqkirin
Berdana rojnamevan Alî Bariş Kurt li ser rapora ku Lijneya Îdare û Çavdêriyê amadekiriye ku tê de tê gotin ‘ne poşman e’ hat redkirin.
Berdana rojnamevan Alî Bariş Kurt li ser rapora ku Lijneya Îdare û Çavdêriyê amadekiriye ku tê de tê gotin ‘ne poşman e’ hat redkirin.
Piştî Dadgeha Bilind doza têkildarê Rojnamvan Alî Bariş Kurt ê ji ber xebatên wî yê rojnamevanî û parvekirinên li ser medyaya civakî hatibû vekirin erê kir, di 8’ê Sibata 2025’an de hate girtin û ew şandin Girtîgeha Tîpa L a Hejmar 1 a Maltepe. Lijneya Îdarî û Çavdêriyê serbestberdana wî 6 mehan bi hinceta ku "poşman nîne û dikare zirarê bide yên din" paş xist.
Kurt, ku berê tu cezayê wî yê dîsîplînê tune ye, bi rêya malbata xwe ragihand ku mafê wî yê berdana bi şert bi hinceta poşmanî nîne hatiye redkirin. Alî Bariş Kurt got, "Em ê di bin her şert û mercî de parastina rojnamevanî û heqîqetê bidomînin."