Berdana 8 girtiyan bi mehan e bi kêfî tê taloqkirin

Hate ragihandin ku 8 girtiyên li girtîgehên Erzîrom û Wanê bi mehan e bi rengekî kêfî nayên berdan.

Li gorî agahiyan, berdana girtiyan bi raporên Desteya Çavdêrî û Îdareyê ya Girtîgehan tê astengkirin.

Tê gotin li Girtîgehên bi Ewlekariya bilind ên Hejmara 1 û 2 ên Dûmlû yên Erzîromê 5 girtî, li Girtîgeha Tîpa T a Oltûyê 2 girtî, li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Wanê girtiyek bi mehane cezayê wan temam bûne.

Li gorî agahiyan girtî Sbarî Yakût saleke, Dogûkan û Hakan Zerturk 6 meh in, Bîlal Balkeş jî 3 meh in nayên berdan.

Hate ragihandin ku berdana Fadil Aydemîr jî salekê hatiye dirêjkirin.

Berdana Şemsettîn Tekîn salekê, berdana Sevgî Îlboga jî sal û nîveke tê astengkirin.

Berdana Mehmet Çengel jî 6 meh in hatiye astengkirin.