Bendava Musilê li ber xirapbûnê ye!

Bendava Musilê li ber xirapbûnê ye!

Li gor îdîaya jeolog û endazyaran eger heye ku bendava Musilê birûxe û ger ev yek pêk bê wê di nava sê rojan de Bexdat jî di bin avê de bimîne.

Li gor nûçeyekê ku di malpera Çetirpress de belavbûye jeolog Welîd Sati-î li gel komek endazyarên taybet civînek rojnamevanî pêkaniye û daye zanîn ku, metirsî heye ku di nava vê mehê de bendava Musilê birûxe. Sati-î gotiye yan divê demek ji ya din zûtir ava bendavê bê valakirin an jî wê metirsiyê bidin ber çav ku bajarê Musilê di bin avê de bimîne. Her wiha ger bendav birûxe wê di nava sê rojan de bigehe Bexdayê jî.

Sati-î di daxuyaniyê de gotiye ku di sala 2006-2007’an de hin endazyarên Emerîkî li ser bendavê lêkolîn kirine û gotine ku, ger wiha berdewambike wê di sala 2012’an de ev dendav birûxe. Bi rexmê vê jî ti tedbîr nehatine standin. Vê gavê hin endazyarên jeolog kar dikin ku, ava bendavê ber bi çolên başûr ve vala bikin. Lê belê ev yek ne çareseriyek bingehîne.

Sati-î bê xemiya rayadaran rexne dike lê belê rayadarên hikumetê vê îdiayê red dikin û dibêjin ku tu metirsiyek wisa nine ku bendava Musilê birûxe.

Hêjayê gotinêye ku, bendava Musilê 30 km nêzîkê bakûr û rojavayê bajêre û bilindbûna bendavê 113 metre ye. Bendav di sala 1983’an de ji aliyê fîrmayên Îtalî û Almanî ve hatiye avakirin û fîrmayan garantiya 80 sal dane hikumeta wê demê ya Îraqê.