Der barê keçikên Kurd ên Dêrsimî yên ji ber Komkujiya Dêrsimê rizgar bûn û weke ewlad dabûn malbatên din de belgeyên fermî pêşkêşî Komîsyona Dêrimê ya girêdayî Komîsyona Daxwaznameyan a Meclîsa Tirkiyeyê hatin kirin.
Der barê zarokê keç yên ku di komkujiya Dêrsîmê ya di salên 1937-38’an de ji axên wan hatin qutkirin û wekê ewlat dan malbatên tirk, yekemîn belgeya fermî, pêşkêşî Komîsyona Dêrsîmê ya meclisa Tirk hate kirin. Di belgeya fermî ya ku aydê Qeymeqamtiya Salihliyêye û ji aliyê Erdal Karakoç ve hatiye pêşkêş kirin de, tê gotin ku zarokên keç bi çavderiya Yarnbay Munîp Yilmaz de ji Dêrsîmê anîne.
Erdal Karakoçê ku belge pêşkêşî komîsyonê kir, der barê Yarbay Munîp Yilmazê ku navê wî di belgeya ku mijara gotinê ye de derbas de li ser li Fermandariya Giştî dane lê bersiveke ku kese wisa tune ye girtine. Karakoç da zanîn ku di serlêdana wan ya dozgeriyê de gihiştine hebÛna kesekî wisa. Karakoç destnîşan kir ku ew difikirin ku lîsteyeke der barê keçikên zarok yên Dersîmê heye.