Belavkarê rojnameyê Yakût hat bibîranîn
Belavkarê rojnameyê Yilmaz Yakût (Kalo) di yekemîn salvegera wefata xwe de hat bibîranîn.
Belavkarê rojnameyê Yilmaz Yakût (Kalo) di yekemîn salvegera wefata xwe de hat bibîranîn.
Ji “Generalên Biçûk” ên Apê Mûsa (Mûsa Anter), Yilmaz Yakût (Kalo) ku demekî dirêj belavkariya rojnameya Ozgur Gundem û Azadiya Welat kiribû di salvegera yekemîn a wefata xwe de li ser gora xwe ya li Goristana Yenîkoya Amedê ji aliyê Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) ve hat bibîranîn. Malbat, hevpîşeyên wî, rojnamevan, Hevserokê PEN’a Kurd Omer Fîdan û endamên Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alîkariya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYA-DER) di bîranînê de amade bûn û wêneyên wî danîn ser gorê.
EW MÎNAK E DIVÊ HER TIM BÊ BIBÎRANÎN
Ji bo cangoriyên çapemeniya azad deqîqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê rêveberê DFG’ê Hakkî Boltan axivî. Boltan anî ziman ku Yilmaz Yakût genaralê Apê Mûsa yê destpêkê bû û wiha got: “Zilm û zextên desthilatdaran di beden û jiyana Kalo de xwe dide nîşandan. Mirov tenê li jiyana wî binêre, mirov zilma faşîzmê jî dibîne. Xebatên Kalo di çapemeniye de jî mînak bûn. Ew mînak e, divê her tim bê bibîranîn û weke pirtûkeke çapemeniyê bê xwendin. Tu carî bi paş ve gav neavêt. Tu car berjewendiya xwe nekir pêşiya karê xwe. Wî dixwest rastiyê bigihîne gel. Heta dawiyê wezîfeya xwe ya genaraltiyê pêk anî. Em li ber kar û bîranînên wî bejna xwe ditewînin.”
Piştrê jî dayika wî Mevlûde Yakût axivî. Dayika wî jî diyar kir ku, Yilmaz bi jiyana xwe mirovekî pir hêja bûye û got: “Ew pir cûda bû. Wî pir zor û zext dît. Lê ji bo ku ez neqeherim tiştek ji min re nedigot. Her tim digot, ‘Em ketine vê rêyê divê heta dawiyê em erka xwe bi cih bînin.’ Rojekê min jê re got ‘çima tu nikarî rê ve biçî’ lê negot. Paşê em hîn bûn ku tundî lê hatiye kirin û lêdane. Jê re gotine ‘em ê te bikûjin’. Mirovekî pir rast û dirûst bû. Digot bila hemû kes di rêya rast de biçe. Digot ez dimirim lê min nekarî doza xwe bibim serî.”
Piştî axaftinan beşdaran qerenfîl danîn ser gorê û bîranîn bi dawî bû.