Bedela 'hinekî zêde bûye' ya 6 mehan derbas kir

Bedela 'hinekî zêde bûye' ya 6 mehan derbas kir

Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan duh daxuyaniyek da û got ku pevçûn ‘hinek’ zêde bûne. Derket holê Erdoganê ku ji bo şerê ev du meh e zêde bûye û wî jî got “hinek zêde bûye”, ji 6 mehên pêşî zêdetir butçe veqetandiye. Tê destnîşankirin ku di meha tîrmehê de ji bo şer pereyê ku hatiye veqetandin heta îro pereyê herî zêde ye.

Erdogan rojek berê di axaftina xwe de, bersiv dabû rexneyên der barê polîtîkaya hikûmeta AKP’ê ku şer dijwartir dike û wiha got; “Şer ‘hinekî’ zêde bûne”. Lê Erdoganê ku ji bo şerê du mehan ku got ‘hinekî’ zêde bûye, pereyê lê xerc kiriye ji 6 mehên pêşî derbas kiriye.

Ji rojnameya Akşamê Çîgdem Toker daneyên Midûriyeta Giştî ya Hesabgiriya Serokatiya Maliyeyê lêkolîn kir û û di nivîsa xwe ya îro de nirxand.

Li gorî daneyên di nivîsê de: Di navbera meha Çile- Hezîranê de pereyê ji bo ewlehiyê hatiye veqetandin bi giştî 732.7 milyon e, ev hejmar di meha Tîrmehê de 473.5, di meha Tebaxê de jî 372.4 bû û bi giştî di du mehan de 845.9 milyon lîra hatiye mezaxtin.

Yanî di pevçûnên ku li hemberî gerîlayan hatiye zêdekirin de di du mehên dawî de ji 6 mehên pêşî yê salê de 113 milyon lîra zêde hatiye mezaxtin.

DI MEHA TÎRMEHÊ DE JI BO ÇEKAN DU QAT HAT MEZAXTIN

Dema mirov li kêliyên butçeyê dinêrin herî zêde ji bo ‘çek û techîzata şer’ pere hatiye mezaxtin. Yanî li gorî 6 mehên pêşî yên salê du qat zêde pere hatiye mezaxtin.

Yanî di 6 mehên pêşî de ji bo ‘çek û techîzata şer’ bi giştî 202.8 hatiye mezaxtin û di meha tîrmeh-tebxê de 483.4 hatiye xerckirin. Tenê di meha tîrmehê de xerckirina ji bo çekan 84 mîlyon ji yê 6 mehan zêdetir e.

DI MEZAXTINÊN RAZEMENIYA VEŞARTÎ DE REKOR

Ji bo şer para ku ji razemeniya veşartî hatiye veqetandin balkêş e. Di bin navê ‘lêçûnên xizmeta veşarî de’ di dema meha çîle-hezîranê de 431 mîlyon lîra hatiye xerckirin û di du mehên dawî de 156.5 milyon zêde bûye û ev hejmar bûye 587.7 mîlyon.

Ji vê hejmarê tenê 127.7 mîlyon di meha tîrmehê de xerc bûye. Ev dane heta îro wekî xerckirina herî zêde tê nirxandin.

Ji bo para ku ji bo şer tê veqetadin di butçeya Tirkiyeyê de her diçe valahiyek mezin pêk tê.

Îsal hatibû diyarkirin ku di dema çile-tebaxê de 8 mîlyar 520 mîlyon lîra di valahî di butçeyê de heye. Hikûmet jî vê yekê hewl dide bi zamê bigire. Herî dawî di sotemenî, vexwarinên bi alkol û di lêçûnên tapoyê de zem kiribû.