Navenda Giştî BDP’ê li hemberî nûçeyên rojnameya Yenî Vakît ên li hemberî Parlementerê BDP’ê yê Wanê Ozdal Uçer daxuyaniyek da û raya giştî û gelê Kurd li hemberî weşanên provakatîf hişyar kir.
Di daxuyaniya ji aliyê Navenda Giştî ya BDP’ê ve li hemberî nûçeyên rojnameya Yenî Akît ji ber bûyerek li Wanê qewimî, Parlementerê BDP’ê yê Wanê Ozdal Uçer dike hedef, daxuyaniyek nivîskî da. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin;
“Di van du rojên dawiyê de nûçeyên ku bi aşkereyî Parlementerê me yê Wanê Birêz Ozdal Uçer dikin hedef tên weşandin. Rojnameya Yenî Akît û hin malperên înternetê, ji ber bûyerek a li Wanê qewimî, li hemberî parlementerê me Birêz Uçer komployeke qirêj dimeşînin.”
BDP’ê ji ber weşandina van ên nûçeyên ku Ozdal Uçer dikin hedef de şermezar kir û li hemberî van nûçeyên provakatîf raya giştî û gelê Kurd hişyar kir.