Partiya Aşitî û Demokrasiyê bi Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan re hevdîtinek pêk anî û ragihand ku ew li dijî destwerdana neteweyî û navneteweyî ya li hemberî Sûriyeyê ne.
Hevserokên BDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Gultan Kişanak piştî hevdîtina bi Erdogan re daxuyaniyeke nivîskî dan û diyar kir ku der barê balefire hatiye xistin de agahiyên teknîkî, dîplomatîk û siyasî hatine dayîn.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku heyeta BDP’ê di hevdîtinê de rexneyên xwe yên li hemberî polîtîkayên Tirkiye yên derve û pêşniyarên BDP’ê yên ji bo çareseriyê pêşkêş kirine.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku ew li dijî destwerdana neteweyî û navneteweyî ya li hemberî Sûriyeyê ne. Her wiha hat ragihandin ku BDP’ê xwestiye Tirkiye li şûna bersivdanê serî li rêyên dîplomatîk û siyasî bide.