BDP Konferansa Rêveberiyên Herêmî pêk tine

BDP Konferansa Rêveberiyên Herêmî pêk tine

Cîgirê Hevserokên Giştî yê BDP'ê û Parlementerê BDP'ê yê Çewlîkê Îdrîs Baluken, diyar kir ku her roj li dijî partiya wan binçavkirin û girtin çê dibin û dê li dijî vê yekê di navbera 1-3'ê hezîranê de Amedê Konferansa Rêveberiyên Herêmî pêk bînin.

Cîgirê Hevserokên Giştî yê BDP'ê û parlementerê BDP'ê yê Çewlîkê Îdrîs Baluken, anî ziman ku dê li dijî girtin, binçavkirin û zextên li ser partiya wan di navbera 1-3'ê hezîranê de li Salona Konfransê ya Çand û Ciwanan ya Cegêrxwinê konferansê pêk bînin. Baluken, daxuyaniyek nivîskî da û anî ziman ku ji bo li dijî zext û zordariyên li ser partiyên wan zêde dibin vala û pûç derxin, li ser bingehê pradîgmaya demokratik, ekolojik, zayendiya azad û wekhev xebatên xwe berdewam dikin û wiha got:

"Piştî li ser vê paradîgmayê me di 29'ê Adara 2009'an de serkeftinek bi dest xist zextên li ser rêveberiyên me yên herêmî û partiya me zêde bûn. Ji bo ku em van zext û astengiyên li pêş xwe vala derxin em di navbera 1-3'ê hezîranê de li Salona Konfransê ya Çand û Ciwanan ya Cegêrxwinê konferansê pêk bînin.”