Cîgira Hevserokên Giştî ya BDP'ê Fîlîz Koçalî pêla binçavkirin û girtinên li Wan, Agirî, Bursa û Colemêrgê pêk hatin rexne kir û got; "Biryarên dadgehên ku Serokwezîr jê re dibêje, 'di nava dewletê de bûne dewlet' bide ne rewa ne. Hevalên me di malperên parvekirinê de nivîsên qunciknivîsên ku diecibînin parvekirine diyar e ku Facebook xebitandin jî wekî delîlê endamtiya KCK'ê tê hesibandin."
Cîgira Hevserokên Giştî ya BDP'ê Fîlîz Koçalî li ser operasyona li Bursayê ya di bin navê operasyonên KCK'ê de pêk hat daxuyaniya nivîskî weşand. Koçalî diyar kir ku wan çavên xwe dîsa bi operasyonan vekiriey û got; "Li Bursayê Endama Meclîsa Partiya me BDP'ê Ayla Yildirim û Endamên me ya Partiyê Sevîm Kaya, Ziynet Kanat, Dilşah Kanat, Mehmet Curan, Ahmet Getîren, Nurettîn Tomrîs, Ercan Erdogmuş, hatin binçavkirin. Ev endamên me wekî ku xebatên KCK'ê kirine hatine nîşandan. Hevalên me di malperên parvekirinê de nivîsên qunciknivîsên ku diecibînin parvekirine diyar e ku Facebook xebitandin jî wekî delîlê endamtiya KCK'ê tê hesibandin."
'SEROKWEZÎR, EWLEHIYA WÎ Û DARAZA WÎ DERBEKAR IN'
Koçalî pêla binçavkirin û girtinên li Agirî, Wan û Colemêrgê jî bibîr xistin û wiha axivî: "Biryarên dadgehên ku Serokwezîr jê re dibêje, 'di nava dewletê de bûne dewlet' bide ne rewa ne. Ji ber ku heke di nava dewletê de dewletekê ava bike sûc e û biryarên ku dadgehên vî sûcî pêk bîne jî ne rewa ne. Desthilatiya navendî bi girtina şaredaran li hemberî îxtîdara xwecihî darbe pêk tîne. Girtina şaredarê ku bi dengên gel hatiye hilbijartin, tê wateya girtina serokê wê herêmê. Wateya derbeya polîsan jî ev e. Serokwezîr jî, ewlehiya wî û daraza wî jî darbekar e."