BDP: Em Kazim Koyucu bi hesret bi bîr tînin

BDP: Em Kazim Koyucu bi hesret bi bîr tînin

Hevserokên Giştî yên BDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Gultan Kişanak di 7’emîn salvegera mirina hunermendê Laz Kazim Koyuncu de peyamek weşandin û wiha gotin: “Bi dengê xwe yê bilind yên wekê pêlên Behrareş, di dilê gelan de hezkirineke mezin bi dest xist. Dê her tim di dilê me de û dê her tim bijî.”

Di berdeamiya peyamê de wiha hte gotin: “Em Kazim Koyuncu bi hezkirin, hesret û bêrînkirinê bi bîr tînin. Dengê azad û bilind yê Behrareş, zarokê serhildêr Kazim Koyun ev 7 sale di navbera me de nîne. Di navberê de her çiqas sal derbas bin jî me Kazim tu carî jibîr nekir. Em dê ji bîrnekin. Ew bi dengê xweyê xweş û zela tu carî ji ser zimanan neket û di dilê gelan de cihê xwe girt. Dê dilê me de her tim bijî. Em bejna xwe li ber bîranîna wî ditewînin.”