Cîgirê Rêveberiyên Herêmî yê BDP'ê û parlementerê Çewlikê Îdrîs Baluken di bin navê operasyonên KCK'ê de binçavkirina şaredarên Wanê bi zimaneke tûnd rexne kir û got; "Dixwazin beriya hilbijartinan vîna gel bixin bin bandora xwe."
Cîgirê Rêveberiyên Herêmî yê BDP'ê û parlementerê Çewlikê Îdrîs Baluken li ser di bin navê operasyonên KCK'ê de binçavkirina şaredarên Wanê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Baluken bibîr xist ku di hilbijartinên 2009'an de tevî hemû astengiyan jî BDP li Wanê biser ket û got; "Operasyonên qirkirina siyasî bi hemû lez û beza xwe berdewam dikin. Heta niha di çarçoveya operasyonan de 6 parlementer, 32 şaredar, bi sedan serokên meclîsa giştî, endamên meclîsa şaredarî û ya bajêran, her wiha xebatkarên şaredarê bi tevahî 7 hezar BDP'î hatine girtin. Bi van operasyonan re armanc dikin ku şaredariyên me yên ku feraseta klasîk a şaredariyê derbas kiriye li ser esasê paradîgmaya azadiya zayendî, ekolojîk û pirrengiyê pêş dixîne zeîf bixe û têkiliya wan a gel re bibirin
'RAWESTGEHA DAWÎ WAN E'
Baluken, diyar kir ku bi fermana hikûmeta AKP'ê li Wanê şaredar û xebatkarên partiya wan hatine binçavkirin û wiha axivî: "Di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de; Şaredarê me yê Wanê Bekîr Kaya, Şaredarê me yê Artemêtanê Abdulkerîm Sayan, Şaredara me ya bajaroka Sixkê Nezahat Erguneş, Şaredarê me yê navçeya Elbakê Hecer Sarihan, Şaredarê me yê Qelqeliyê Îzzet Ozalp, Şaredarê me yê Bêgiriyê Murat Durmaz hatine binçavkirin. Tevî vê yekê Serokê rêxistina me yê navçeyê yê berê Dervîş Polat, Serokê BDP'a Qelqeliyê Şîrîn Yildiz û Serokê BDP'a Wanê Cuneyt Caniş jî di nav de 19 hilbijar, rêvebir û endamên partiya me hatine binçavkirin."
'DIXWAZIN VÎNA GEL BIÇEWISÎNIN'
Baluken, operasyona li Wanê wekî berdewama operasyonên qirkirina siyasî binav kir û wiha pê de çû: "Di erdheja Wanê de hikûmeta AKP'ê di bin kavilan de ma. Tevî vê yekê xebatên rêveberiyên me yên li Wanê pêş xistine hezim nekir. Hikûmeta AKP'ê ku ji aliyê gelê Wanê ve hat mehkumkirin, bi êrîşa rêveberiyên me hewl dide ku vîna gelê me bişkêne." Baluken gazîkirina Şaredarê Sêrtê Selîm Sadak a ji bo îfadeyê û sewqkirina wî ya dadgehê jî bibîr anî.
'EM Ê MEŞA XWE BERDEWAM BIKIN'
Baluken, diyar kir ku tu astengî dê rê li pêşiya meşa azadiyê negire û wiha dawî bi axaftina xwe anî: "Me di 2'yemîn konferansa rêveberiyên herêmî û ekolojiyê de biryara dajiyana modela xweseriya demokratîk girt. Ji vê yekê tirsiyan operasyon pêk anîn. Tevî hemû pêkûtiyên tên pêşxistin jî em ê meşa xwe ya azadî, aştî, edalet û aştiyê berdewam bikin."