Rêxistina BDP'ê derbarê zamên dawî de pirsname da meclîsê û xwest sedema van zaman bê lêkolînkirin.
Parlementera BDP'ê ya Qersê Mulkiye Bîrtane derbarê zamên dawî ku zêde bûn de pirsname da meclîsê û xwest sedema van zaman bê lêkolînkirin. Bîrtane diyar kir ku, di 8 mehên destpêkê yên sala 2012'an de valahiya butçeyê 8 milyar û 520 milyon Tl ye.
Bîrtane da zanîn ku, ji sala 2002'an heta niha serê her berhemî ji sedî 400 û ji sedî 1000 zam zêde dibe. Bîrtane destnîşan kirk u, tûpê kîlerê di sala 2002'an de bi 15 TL bû û niha bi 75 TL'ane. Bîrtane anî ziman ku, kîlowata ceyranê di sala 2002'an de 11,480 krş bû û niha bûye 35.71 qurûşe.
Bîrtane bilêv kir ku, ji ber şerê li herêmê di 6 mehên dawî de valahiyek gelek mezin çêbûye û sedema vê yekê jî lêçûna şere. Bîrtane bilêv kir ku, di bûtçeya mehên Çile û Hezîranê de xizmeta malzemeyê leşkerî 732.7 milyon Tl ye û di meha Tîrmehe de 473.5, di meha Tebaxê de jî 372.4 milyon TL ye.
Tenê lêçûna 2 mehên dawî 846 milyon Tl ye û 113 milyon Tl zêdeyî û lêçûna 2 mehan ji 6 mehên destpêkê zêde hatiye mezaxtin.