BDP’ê pirsa hêjmara leşkerên mirî kir

BDP’ê pirsa hêjmara leşkerên mirî kir

Nîqaşên li ser hêjmara leşkerên mirî tê veşartin berdewam dikin, BDP’ê careke din mijar xiste rojeva Meclîsê. Parlementera Êlihê Ayla Akat ji Wezareta Parastinê pirsa, di deh salên dawî de hêjmara leşkerên pevçûn, întîhar û qezayê de mirîn çendin.

Parlementera BDP’ê Ayla Akat hêjmara leşkerên di demê AKP’ê de mirîn û pêkanîna “leşkertiya neçarî” ji Wezîrê Parastinê Îsmet Yilmaz pirsî.

Parlementera BDP’ê Ayla Akat di derbarê hêjmara leşkerên di pevçûnan de mirîn yên dervey paye bilindan, cûdahiya pîşe û zirara perwerdeyê, her wiha pêkanîna “leşkertiya neçarî” pêşniyar pirsek da Meclîsê.

Di pêşniyar pirsa ku bi daxwaza Wezîrê Parastinê Îsmet Yilmaz bersiv bide de, balkişande ser pêkanîna “leşkertiya neçarî” ya ku li welatên demokratbûyî demek dirêje rakirîn, vê pêkanînê rê vekir ku şer vegere rewşekî bi êş.

Di pêşniyar pirsê de tê xwestin ku wezareta bersiva van pirsan bide:

- Ji sala 2002’an heya roja me hêjmara leşkerên di leşkertiyê de jiyana xwe ji dest dan çendin? Ji vana çend hemwelatiyên ku neçarî leşkertiyê dikin, çend ji wana personelên Hêzên Çekdarî yên Tirkin (TSK)?

-Di van deh salên dawî de hêjmara leşkerên di dema pewerde û tatbîkatan de di encama qezayê de jiyana xwe ji dest dayîn çendin?

-Di van deh salên dawî de hêjmara leşkerên dema erkê xwe yê leşkertiyê bicih di anîn jiyana xwe ji dest dayîn çendin? Li gorî vê hêjmarê belavkariya leşkerên neçarî leşkertî dikin, personelên TSK’ê û payebilindan çawaye?

-Di deh salên dawî de hêjmara leşkerên neçarî leşkertiyê dikin xwe întîhar dikin çendin?

-Projeyek ya wezaretê ya di derbarê rakirina pêkanîna “Leşkertiya Neçarî” heye? Yanî projeyek wisan tê fikirandin?