BDP’ê operasyona li dijî KESK’ê şermezar kir

BDP’ê operasyona li dijî KESK’ê şermezar kir

Hevserokên Giştî yên BDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Gultan Kişanak, operasyona li dijî KESK'ê û hevparên wê pêk hat şermezar kirin û wiha gotin: "Operasyona li hemberî KESK'ê ya bi sedhezaran endamên wê heyî û di kedê de sembola berxwendaniyê hewildana darbeyê ye. Di nav de Serokê Giştî û gelek kesên endamê û rêveberên sendîkayan hatin binçavkirin.

Hevserokên BDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Gultan Kişanak, operasyona li hemberî KESK'î şermezar kir û diyar kirin ku operasyona li hemberî KESK'ê tê wateya darbeyê. Demîrtaş û Kişanak, di daxuyaniya xwe ya nivîskî de destnîşan kir ku li hemberî şaxên KESK'ê duh serê sibê operasyoneke faşîzane pêk hat. Daxuyanî wiha dom kir: "Di nav de serokê Giştî yê KESK'ê Lamî Ozgen heyî 71 kes hat binçavkirin. Ev operasyonên ku pêk hatî li dij hiqûqê ye û operasyon siyasî ye. Ev operasyon tê wateya darbeyê."

Di daxuyaniya hevserokên BDP'ê Kişanak û Demîrtaş de hat destnîşan kirin ku hikûmeta AKP'ê li kesên muxalîf û dezgehên muxalîf dixwaze tasfiye bike û heta niha hikûmeta AKP'ê bi operasyonên qirkirina siyasî 8 hezar zêdetir kes girt. Di daxuyaniyê de wiha hat diyar kirin: "Qada kedê ya ku li hemberî AKP'ê greveke bi heybet lidarxist rastî operasyoneke bi wî rengî hat. AKP dixwaze bi van operasyonan rêxistinbûna sendîkayan têk bibe, lê KESK wekî her car tu carî li hemberî vê yekî bêdeng namînê. Ev operasyonên ku li hemberî KESK'ê pêk hatî dê bêtir KESK'ê xurt bike."