BDP'ê komkujiya Roboskiyê ji Erdogan pirsî

BDP'ê komkujiya Roboskiyê ji Erdogan pirsî

BDP'ê diyar kir ku, piştî balafirên şer li Roboskiyê 34 welatî qetilkirin lêpirsîna hiqûqî ya hate destpêkirin jî ji raya giştî hate veşartin ku tê wateya nixumandina komkujiya Roboskiyê, ji Serokwezîr Erdogan pirsî.

Wekîlê Serokê Koma BDP'ê Îdrîs Baluken, têkildarî komkujiya Roboskiyê de pirsnameya nivîskî ya ku Serokwezîr Erdogan bi bersivîne da. Baluken di pirsnameyê de diyar kir ku, ji roja komkujiyê heta niha berpirsyarên siyasî û leşkerî tu daxuyanî nedan. Baluken anî ziman ku, piştî bûyerê biryara veşariyê ya lêpirsîn, bêdengiya berpirsyarên siyasî êşa xizmên welatiyên hatin qetilkirin zêde kir û wiha got: "Ji malbatên zarokên xwe windakirin re bêyî derheqê kesên berpirsyar de lêpirsîn bê vekirin û pêvajoya hiqûqî bi dawî bibe, daxwaza tazmînatê bidin malbatan girtin. Vê yekê hîstiyariya malbatan têk bir."

Baluken ev pirs jî serokwezîr kirin:

*Lêpirsîna têkildarî komkujiya Roboskiyê de hate destpêkirin di kîjan astê de ye?

*Di çarçoveya lêpirsînê de îfadeyên çend kesan hatin girtin?

*Çend kes hatin binçavkirin û an jî girtin?

*Di lêpirsîna derheqê komkujiya Roboskiyê de hate destpêkirin de, biryara veşariyê hatiye rakirin?

*Sedema lêpirsîna bûyera 34 welatiyên me hatin qetilkirin bi biryarekî veşarî çî ye?

*Lêpirsîna îdarî di kîjan astê de ye?

*Di encama lêpirsînê de peywirdarên cemaweriyê ji peywirê hatine girtin hene?

*Li navçe û bajarê bûyerê lêpêk hat ji bo selameta lêpirsînê rayedarên leşkeran û rayedarên din çima ji peywirê nehatin girtin?

*Derheqê kesên balafir bikaranîn, dîmen lêkolîn kirin, biryara operasyonê dan lêpirsîn hate vekirin?

*Ev kes niha di kîjan peywirdê de cih digirin?

Piştî komkujiya Roboskiyê Qeymeqamê Qilebanê çû şînê û rastî bertekên gel hat. Piştî vê bertekê li hemberî gundiyên Roboskiyê binçavkirin pêk hatin.

*Di nav kesên hatin binçavkirin de xizmên di komkijiyê de jiyana xwe ji dest dan kî hene?

*Di nav wan kesan de hêj kesên girtî hene?

*Têkildarî xizmên kesên hatin qetilkirin hatin girtin de hûn çi difikirin?

*Çima di çarçoveya hiqûqa Tirkiyeyê de lêpirsîn pêşnakeve?

*Sedema hiqûqa navxweyî pêşnakeve çiye û sedema vê xemgîniyê çiye?