BDP’ê ji bo muzakereyan ji Meclîsê lêkolîn xwest

BDP’ê ji bo muzakereyan ji Meclîsê lêkolîn xwest

Cîgira Seroka Koma BDP’ê Pervîn Buldan ji bo pevçûnên li Kurdistnaê bi dawî bibin û mînakên muzakereyan ên li cîhanê bêne lêkolînkirin, ji Meclîsê daxwaza lêkolîn kir. Bûldan xwest ku di Meclîsê de Komîsyonek Aşitiyê bê sazkirin.

Cîgira Serokê Koma BDP’ê Pervîn Bûldan, ji Meclîsê xwest ku ji bo pevçûn û mirin bi dawî bibin, li ser mînakên muzakereyan ên li cîhanê lêkolîn bikin. Pêşnûme pêşkêşê Serokatiya Meclîsê hate kirin. Di pêşnûmeyê de hate diyarkirin pirsgirêka herî girîng a pirsgirêka Kurd e. Her wiha hat diyarkirin ku bingeha vê pirsgirêkê xwe digihîne salên dawî yên împeratoriya Osmaniyan û di van 35 salên dawiyê de pevçûnên dijwar diqewimin.

Buldan bal kişand ku bi taybet di van du salên dawiyê de, pevçûn dijwar bûne û destnîşan kir ku ev pirsgirêk bi rêbazên leşkerî yên ku salên 90’an hatin karanîn, nayê çareserkirin û xwest serî li rêyên demokratîk bên dayîn. Buldan xwest ku meclîs ji bo bidawîbûna pevçûnan, mînakên muzakereyên cîhanê lêkolîn bike.